Ji bo Nisêbînê kampanyaya 'Malbata Hevbiratiyê' dest pêkir
14:51
JINHA
MÊRDÎN - Komeleya Rojava ya Mêrdînê ji bo xurtkirina hevgirtina bi welatiyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve ji malên xwe yên li Nisêbînê bûne kampanyaya "Malbata Hevbiratiyê" da destpêkirin.
Ji bo welatiyên ku ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi darê zorê hatin koçberkirin, xebatên hevgirtinê didomin. Di çarçoveya xebatan de, Bankaya Zadê ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dixebite û welatiyên dildar paketên zadê digihînin welatiyan. Ji bo xurtkirina hevgirtinê Komeleya Rojava ya Mêrdînê jî kampanyaya "Malbata Hevbiratiyê" da destpêkirin.
Dê salekê bidome
Rayedarên komeleyê dan zanîn ku kampanya bi tevlîbûna 30 malbatan ve hatiye destpêkirin û wiha gotin: "Em difikirin di demên pêş de vê berfirehtir bikin. Em difikirin ku vê xebatê salekê bidomînin û di nav vê demê de alîkariyên pêwîst bigihînin malbatan. Dê ev proje peywendiya manevî ya di nav malbatan de jî xurt bike."
Girtî jî tevlî kampanyayê bûn
Girtiyên jin ên Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî piştgiriya kampanyayê dikin. Girtiyan, 2 hezar TL di nav xwe de kom kirin û bi riya komeleyê gihandin welatiyên ku malên wan li Nisêbînê ji aliyê dewletê ve hatine hilweşandin.
Kesên ku dixwazin tevlî kampanyaya alîkariyê bibin dikarini ji vê navnîşanê xwe bigihînin komeleyê;
Vali Ozan Caddesi Türkiye Finans Bankası üstü Artuklu/Yenişehir
Hejmar: 0546 400 64 60 - 0533 163 93 91
(kom/rc)