5. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan hate li darxistin

15:15

JINHA

QAMIŞLO - 5. Konferasa Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişlo hat li dar xistin.

5. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, li salona Rewabî ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Salon bi alên YPG, YPJ û posterên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate xemilandin. Di konferansê de nûner û rêveberên PYD, TEV-DEM, Kongreya Star, Desteyên Rêvebiriya Xweser û endamên Saziya Malbatê Şehîdan amede bûn. Di destpêkê de ji bo pakrewanên şoreşê deqîqeyek rêz hate girtin. Paşê dîwan hate hilbijartin. Emar Mûsa, Lîna Yûsuf, Hêvî Melek û Isam Îbrahîm wek ednamên dîwanê hatin hilbijartin.

Di konferansê de Hevserokê Meclîsa Rêveber Ebdulkerîm Saruxan axivî û keda kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist. Saruxan got, "Di vê demê de her roj destkefiyên nû zêde dibin, ji ber vê barê me jî girantir dibe, berpirsyarên me zêdetir dibin. Bi vê zanebûnê em ê keda şehîdên xwe re bibin bersiv."

Rêvebera Desteya Malbatên Şehîdan Fatma Mahir jî got, "Tevahiya destkeftiyên hatine çêkirin berhema xwîna şehîdan e û divê em lê xwedî derkevin." Endama Meclîsa PYD'ê Beşîra Derwîş jî wiha axivî, "PYD wek partiya şehîdan e û em ê xwedî li tevahiya erêkên xwe derkevin.

Piştî axaftinê rapora xebatê ya SMŞ'ê ya taxa Xerbiyê hate xwendin. Piştî rapor bidawî bû li ser naveroka raporê û kar û xebatên ku hatine meşandin, nîqaş çêbû. Di dawiya konferansê de jî plansaziya xebatên SMŞ'ê ya dema pêş hate kirin.

(lç/zo/rc)