Bi wesayîtên kar avahiyên Şirnexê xiradikin
15:39
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê ku 3 meh in bi hezaran mal û avahî bi tank, top û obusan hate rûxandin niha jî wesayîtên kar dest bi hilweşandina malan kirin.
Li Şirnexê ev 92 roj in ku êrîşên tevkujiyê û rûxandina bajêr didome. Li bajêr piştî ku bi sedan mal û kargeh bi tank, top û obusan hatin xirakirin niha jî wesayîtên kar li taxan dest bi rûxandinê kirin. Li taxên Bahçelîevler, Dîcle, Yenî, Cumhuriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Yeşîlyurtê rûxandina bi hezaran mal û kargehan didome. Hêzên dewletê ji bo şopên sûcên şer veşêrin her wiha harfiyata ku ji kavilên malan tê derxistin bi kamyonên Îdareya Taybet a Bajêr dibin cihên cûda. Her wiha, li taxên Aydinlikevler û Vakifkentê yên li dijî herêm pevçûnê ne jî, tîmên taybet perwerdehiya "meskûn mahal" didomînin.
Li bajêr li gel ku ev 10 roj in pevçûn bi dawî bûne jî qedexe berdewam dike û destûra ketin û derketina bajêr nayê dayîn.
(kom/zt)