Li Çiyayê Şengalê perwerda jinan a ziman bidawîbû

15:59

JINHA

ŞENGAL - Jinên Êzîdî yên çiyayê Şengalê perwerda xwe ya bi zimanê Kurdî dawî kirin.

Jinên Çiyayê Şengalê ji bo dengê xwe bigehînin hemu cihanê û bibin xwedî nasnameyekî azad bi her awayî xwe pêş dixin û xebatê xwe pêş xistinê berdewam dikin. Jinan perwerdeya xwe ya zimanê dayikê îro qedandin û ji mamosta dereceyên xwe fêrbûn.

Mamosta Rîham Hesen a ku perwerda zimanê kurdî dayî jinan wiha axivî: Piştî fermanê me xwest em xwe ji her alî ve rêxistin bikin. Ji ber wê yekê me li ser xwestekên jinan perwerde ziman vekir. Ev nêzî du meh û nîvan e me perwerda ziman da jinan. Bi giştî 17 jin tevlî perwerdêbûn. Ruxmî hemî zor û zehmetiyan jî jinan hêviyên xwe ticarî qut nekirin û perwerdeya xwe dewam kirin. Jin gelek zû fêrdibûn, ji ber ku xwestekên wan yên mezin hebûn. Ev dayikên ku perwerde bi dawî kirin gihiştine asta niha dikarin bibin mamosta. Em bang li hemû jinan dikin ku xwe fêrî ziman bikin û ticarî hêviyên xwe yên pêşketinê qut nekin. Ji ber ku heta jin pêşnekeve civak nikare pêşkeve. Xwendin û nivisandina bi zimanê xwe mafê her mirovekî ye."

Hiyam Hecî ya ku tevlî perwerdê bûyî jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Ev demekbû me perwerda ziman dît, evro jî bi dawî dibe. Bi rastî em gelek kêfxweşin ji ber ku me encamek ji vê perwerdeyê girt. Em gelek sipasiya mamosta ya xwe dikin ji ber ku gelek ked da û em fêrî zimanê me kirin. Em hêvî ji hemû dayikan dikin ku werin fêrî ziman bibin ji ber ku ziman nasnameya mirov e. Em dixwazin jin bi her awayî xwe perwerde bikin da ku em karibin tiştekî ji bo pêşeroja zarok û civaka xwe bikin."

Delal Mejdel jî wiha got: "Evro perwerdeya me bi dawî bû. Em gelek kêfweşbûn ku em fêrî zimanê xwe bûn. Em dixwazin her sal werin perwerdê û em xwe pêş bixin. Em gelek zû fêr dibûn ji ber ku zimanê me yê bingehîne. Em bi hêvîne ku di salên pêş de hêjmara dayikên me hîn pirtir bibe û em ji bo hemû jinan serkeftin dixwazin."

(îh-xx/zt)