Li Nisêbînê jî îstimlaqê despêkir

16:05

JINHA

MÊRDÎN - Di serdana Serokê Odeya Esnafan Abdulganî Bîlge yê ji bo rakirina qedexeya li Nisêbînê ya bi Waliyê Mêndîrê Huseyîn Yaman de hate gotin ku ji bo qedexe piştî cejnê bê rakirin lez dane xebatan. Abdulganî diyar kir ku di hevdîtinê de Walî gotiye ku dê li qada sînor hin avahî û cih jî bên îstimlaqkirin.

Serokê Odeya Sanatkar û Esnafan a Nisêbînê Abdulganî Bîlge duh çû serdana Waliyê Mêrdînê Huseyîn Yaman ê nû hatiye tayînkirin. Abdulganî ji walî xwest ku li navçeyê qedexeya derketina kolanan a ku ji 14'ê adarê heta niha berdewam dike bê rakirin. Abdulganî di hevdîtinê de anî ziman ku ji ber qedexeyê gelê Nisêbînê û esnafan bi milyonan zirar kirine, Yaman jî gotiye ku ji bo rakirina qedexeyê lez bidin xebatan lê beriya cejnê nebe jî dê roja sêyemîn an jî çaremîn a cejnê bê rakirin dê xebatên xwe bidomînin û ev agahî da: "Di hevdîtinê de bêhtir bidawîkirina operasyonan û vegera malan hate axaftin. Lê walî got ku heta ku li taxan lêgerîn bi dawî nebin nikarin rîskekî wisa bigirin. Piştî cejnê qedexe bê rakirin jî dê li taxên ku pevçûn qewimîne bêhtir baldar bin."

'Mal û erseyên li sînor dê bên îstimlaqkirin'

Abdulganî nivîsa Saygi Ozturk a di Sozcuyê de nivîsandiye ya navçe dê ji sînor 8 kîlometre bê durxistin jî nirxand. Abdulganî destnîşan kir ku walî ji wan re gotiye ku bi sînor avahiyên uk zirar dîtine an jî hin erse jî bên îstimlaqkirin, jixwe ekîbekî girêdayî Bajarvanî û Hawirdorê niha li navçeyê xebatan dike. Abdulganî diyar kir ku ji bo piştî operasyon bi dawî bû bûyerên diziyê çênebin tedbîr bên girtin dê bi hin rayedaan re hevdîtinan pêk bînin û wiha got: "Em naxwazin ev qedexe zêdetir bidome. Gelê Nisêbînê perîşan bûn. Em naxwazin encamên wekî Sûriyêyê bibînin. Em dixwazin her tişt bi aweyeke aştiyane û diyalogê bê çareserkirin. Ji ber ku encamên şer ên baş heta niha qet çênebûye."

(kom/zt)