Jinan Cemal Hurmiz Gabriyel ziyaret kirin
17:00
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Meclisa Jinên Lubnanê Cemal Hirmiz Gabriyel diyar kir ku dê di çarçoveya felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de serketinên nû li têkoşîna xwe zêdebikin.
Şandeyeke ji endama desteya rêveber a peywendiyên REPAK’ê Buşra Elî û Seroka Komela Newroz a çandî û civakî Henan Osman li gel Seroka Meclisa Jinên Lubnanê Cemal Hirmiz Gabriyel hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin li bruya Seroka Meclisa Jinên Lûbnanê ya paytex Beyrûtê pêk hat. Di hevdîtinê de mijarên weke rewşa Rojhilata Navîn û rola pêşeng a jina Kurdistanê ku di herêmê de bûye sembola lêgerîna jiyaneke hevbeş hatin nîqaş kirin.
Hirmiz Gabriyel diyar kir ku ramana Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dê çareseriyên bingehîn ji rojhilata navîn re biafirîne û got: "Dê rê li ber şoreşa jinê ya fikrî li hemberî hişmendiya bavikanî ya ku weke DAIŞ’ê jinan dike hedef veke." Cemal balkişande ser têkoşîna jina Kurd ku bi berxwedanî û xwebûna xwe ve ruh daye jinên pêkhate û etnîsîteyên herêmê.
Hirmiz êrîşên PDK’ê yên li Hewlêrê ser REPAK’ê şermezar kir û wiha domand: "Ev cure êrîş dê nikaribin li pêşiya têkoşîna jinan astengiyan çêbikin û girîngiya hevgirtina jina Kurd û Ereb ya di vê têkoşînê de anî ziman."
Hirmiz daxwaznameya rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ku REPAK’ê pêşkêş kirî îmzekir.
(zt)