Gulsum Akıncı li cihê hatî dinê ber bi bêdawiyê ve hat oxirkirin

17:07

JINHA

MÊRDÎN - Cenazeyê gerîlaya YJA-STAR'ê Gulsum Akinci ya li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabû li gundê Roverê ya Kerboranê hate definkirin. Bavê Gulsum, Îbharîm Akinci di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Şehîd tovên azadiyê û ronahiya têkoşîna me ne."

Cenazeyê gerîlaya YJA-STAR'ê Gulsum Akinci (Silav Rover) ya li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ddi 1'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da piştî 11 salan anîn gundê wê. Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim, Wekîlê Şaredar Mahmut Kiliç, endam û rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze ya li gundê Rover a navçeya Kerborana Mêrdînê bûn. Girseya ku darbesta Am-kinci bi ya rengên kesk û sor û zer hatiye pêçan hilgirtin dest bi meşê kirin û di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin" "Tolhildan", "Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" "Hevrê Silav dijî, PKK şer dike" berz kirin û piştî meşê jî sirûda "Çerxa şoreşê" hat xwendin û cenaze hat definkirin.

Bavê Gulsum, Îbrahîm Akinci di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "11 sal in keça min ji bo rûmet, namûs û nasnameya xwe ya azad têkoşiya. Soza me ji bo Kurdistan û Apo heye. Ji bo jiyaneke birûmet bêyî stûyê xwe bitewînin em ê di riya şehîdên xwe de bimeşin. Şehîdên ku em didin axê tovên azadiyê û ronahiya têkoşîna me ne."

Ji bo Gulsum dê li Êlihê sersaxî bên qebûlkirin.

(kom/zt)