1. Komîna Jinan li gundê Taşokê avabû
18:42
JINHA
KOBANÊ - Di çerçoveyê berfireh kirina rêxistinbûna jin û civakê de Kongreya Star li gundê Taşokê yekemîn komîna jinan avakir.
Jinên li Rojavayê Kurdistanê di warê xwe birêxistinkirinê pêngavên xwe berfirehtir dikin. Kongreya Star di çarçoveya birêxistinkirina jinan û xwe rêvebirina wan li ser bingeha hevkarî û parvekirinê, yekemîn komîna jinê a Kantonê li gundê Taşok avakir. Komîn bi merasîmekê ku tevahiya jinên gund û nûnerên saziyên Kantonê amade bûn, hate vakirin. Meresîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre rêvebera Kongreya Star a li Kantona Kobanê Xalîse Hac Ebdulqadir axivî. Xalîse diyar kir ku cara yekeme li Kantonê komîna jinê birêxistin dikin. Xalîse girîngiya komînan di jiyana kolektîf û hevpar de anî ziman û ji jinan xwest ku bi awayeke çalak di xebatên komînê de cih bigrin.
Paşê hilbijartina rêveber û komîteyên komînê yên perwerde, tendûrustî û aboriyê hate kirin. Gulçîn Hisên wek seroka komînê hate hilbijratin. Gulçîn di axaftina xwe de kêfxweşkiya xwe ji avabûna komînê anî ziman û diyar kir ku ew ê ji bo pêşbirina xebatên jinê bi tevahiya jinan re hevbeş kar bikin.
Merasîm bi dûruşmeya "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo" û "Bijî YPJ" û gerandina govendê bi dawî bû.
(ze/jh/rc)