Li ser xaka ku şoreş şîn bûye ji nûve rûkenî…

09:05

Gulan Botan/JINHA

QAMIŞLO –Li ser milê şervaneke YPJ’ê çeka wê, kenê zarokê di hembêza wê de ku bê tirs dikene, hêviyên jinûve zindî bûye vedibêje. Dema hun jî li kareyên şervanên YPG û YPJ’ê yên hêviyê didin, binêrin, hunê jî fêm bikin ew rûyên bi ken çi vedibêjin.

Li Rojavaya ku ji ber komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, êşên mezin hatin kişandin, bi berxwedana dîrokî ya hat dayîn re sîmayên rûken li ber çavên min dikevin. Li Rojavaya ku berxwedan û avabûn di nava hev de tê jiyîn, şervanên YPJ û YPG’ê ku xwe nespartin hêzeke din, bi xwe îradeyaxwe, xaka xwe û gelê xwe parastin, bi civakîbûna ku ava kirine, roj bi roj zêdetir ji aliyê me ve tê nasîn. Di her xebata ku em diçinê, tevî hemû zar û zehmetiyên şoreşa kut ê jiyîn, zarok jinûve bi wan re ken hîn dikin. Wê demê ez fêm dikim ku van şervanan tenê ev xak azad nekirin, tenê ev mirov azad nekirin, di heman demê de, hêviyên ku bi salane hesretê azadiyê ye jî şîn kiriye, tovên jiyaneke nû avêtine.

Hêviyên jinûve zindî bûne…

Niha li aliyê Mînbîcê şerek heye û mirov texmîn dikin ku niha çiqas jin û zarok bi hesreteke mezin li bende van şervanan e. Li ser milê şervaneke YPJ’ê çeka wê, kenê zarokê di hembêza wê de ku bê tirs dikene, hêviyên jinûve zindî bûye vedibêje. Dema hun jî li kareyên şervanên YPG û YPJ’ê yên hêviyê didin, binêrin, hunê jî fêm bikin ew rûyên bi ken çi vedibêjin. Hêza parastina cewherî ya ji hembêza vê civakê derketiye, çawa bi hezkirinê xwedî dibe. Gel nirxnek mezin dide wan, ew jî nirxek mezin didin wan. Ji şoreşa wisa re girêdanek wisa pêş dikeve.Ji ber vê Rojava wek mala, hemû kes cînarê wanê, xizmên wan, zarokên wanin. Wekê zarokên xwe hembêz dikin, wan hembêz dikin.

(hu)