'Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin'

09:05

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN-Saziya Malbatên Şehîdan ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de erkeke girîng hilgirtiye ser milê xwe, piranî ji endamên dildar ên jin pêk tê. Têkîldarê mijarê jinên ku xebatê saziyê rêvedibin diyar kirin ku ew hêza xwe ji şervanên ku di çaperande berxwedidin digrin û gotin heya dawî ew ê xwedî li kedê şervanan derên.

Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê ji %90 endamên wê jinên dildar in. Rêveberiya Saziya Malbatê Şehîdan Melek Elûş têkîldarê xebatê saziyê nirxandin kir û wiha axivî, "Her ku şehadetek çêdibe, yek ji erka me ya girîng ew e ku vê şehadetê ji malbata şehîd re ragihînin. Lê birastî ev kareke pir giran e. Em dilê xwe qahîm dikin û roniyên xwe di hundirê xwe de dibarînin ku herî kêm bikaribin ji malbatê re bibin hêz. Ragihandina şehadetan vînek xurt dixwaze. Çavên me hezar hêsiran dibarîne, lê em li ber xwe didin û hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Em soza xwe bi şehîdên xwe re hercar nû dikin."

'Em piştgirî didin malbatên şehîdan'

Melekê diyar kir ku wek sazî tevahiya pêwîstiyên merasîman pêk tînin û li kêleka malbatan heya dawiyê disekinin. Melekê bi lêv kir "Malbatên şehîdan yên rewşa wan a madî nebaş be, di aliyê derman û tedûrustiyê de em alîkarî didin wan. Mehê carekê em civîna xwe çêdikin û rewşa wan dinirxin. Em hewl didin alîkariya malî ji malbatên hewcedar re bikin."

'Li tevahî şehîdgehan xebatên nûkirinê me daye dest pêkirin'

Fatma Xelîl endama rêveber a SMŞ'ê jî diyar kir ku wan heya niha 3 konferansên taybet li dar xistine û wiha domand, "Pir proje di wir de hatin pêşniyarkirin. Yek jî avakirina Şehîdgehan bû. Bi giştî ev biryar hate erê kirin. Niha jî me dest bi nûkirina Şehîdgeha Şehîd Refîq ya li gundê Metîna kiriye. Şehîdgeha Şehîd Seydo ya li gundê Qazixliyê jî tê nûkirin. Em heya niha dikin ku alîkariyê li malbatan belav bikin. Her wiha yek ji karê me jî her du mehan carekê sazî şehîdên di demên cuda de şehîd bûne bi bîr tîne."

Fatma bilêv kir ku ji bilî navçeya Şiyê û Şêrawa li tevahiya navçeyên Kantonê beşên saziyê hatiye birêxistinkirin û xebatên wan piranî ji hêla jinên ku ji malbatên pakrewanin tê rêvebirin. Fatma wiha dirêjî da gotina xwe, "Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Xwedî li şehîdên pakrewan derkevin û xeyalên wan pêk bînin."

(hs/rc)