Jinên Wanê: Tahemûl li konê fitarê nekirin
09:06
JINHA
WAN- Ji ber polîtîkayê hikûmeta AKP'ê di meha remezanê de jî welatî li bajarên Kurdistanê dijîn rastî tundiyê dewletê tên. Jinên Wanê bertek nîşanî mudexeleyê polîsan dan û wiha gotin "Hikûmeta AKP'ê qaşo parastina Îslamiyetê dike. Gava ku gelê Kurd dibin mijarê gotinê, mafê xwe dibînin di saetê fitarê de jî mudaxele bikin."
Bi hatina meha Remezana Şerîf de êrîş û komkujiyên dewleta tirk li ser kurdan berdewam dike. Avahiyên gelek malbatan di maha remezanê de hat xira kirin. Hikûmeta AKP'ê bi navê îslamiyetê xwe pênase dike, hemû kiryarên AKP'ê jî dûrî ehlaqê îslamê pêk tê. Li Geverê bi hatina meha Remezanê gel bi derfetên xwe kon vekirine da ku welatî fitareyên xwe pê xwarinên germ vekin. Lê konên wan ji aliyê polîsan de hat astengkirin. Jinên Wanê jî bertekên xwe li hember mudexeleyê polîsan anîn ziman û wiha gotin, "Em dewletê şermezar dikin. Qetlîamên xwe di meha remezanê de jî de berdewam dike û hemû welatî bê derfetin. Ev tişt di ol a îslamiyetê de jî tuneye."
'Tahemûl li konê fitarê nekirin'
Tûrkan Gur têkîldarê mudaxeleyê polîsan de wiha bertekê xwe anî ziman, "Remezana Şerîf hat lê em dayik gelek xemgîn in. Meha remezanê hemû kes bi keyfxweşî û dilşahî derbas dike. Lê mixabin dewleta tirk êrîşên xwe li ser kurdan pêk tîne. Meha remezanê hatî lê gelek welatî xwarinên gerim bi destê wan nakeve. Dewlet çawa dibêje ez misilman im. Dewlet li ser ol ê dilîze. Em îsal gelek xemgîn in. Tahamûl ji kona fitarê nekirin û kona ji bo welatiyên Geverê hatî danîn jî asteng kirin."
'Gelo Erdogan çawa dibe misilman'
Dayika Fehîme Aslan li ser zilma dewletê û meha remezanê wiha got: "Em zordariya dewleta tirk qebûl nakin. Erdogan dibêje ku ez misilman im, gelo çawa mirova qetil dike, malên welatiyan xira dike û dibe misilman? Dewletê di vê meha remezanê de çi aramî ji bo me jî nehişt. Hikûmeta AKP'ê qaşo parastina Îslamiyetê dike. Gava ku gelê Kurd dibin mijarê gotinê, mafê xwe dibînin di saetê fitarê de jî mudaxele bikin."
'Êrîşên Erdogan wek êrîşên Çeteyên DAIŞ'ê ne'
Makbule Aslan qala tundiya dewletê di heyva remezanê de jî kir û wiha got, "Em her sal di meha remezanê de keyfxweşbûn. Mixabin îsal ji ber dewleta tirk çi wateya meha remezanê jî ji bo me nehiştin. Çi misilmanetî li serê Erdogan û hikûmeta AKP'ê de tuneye. Êrîşên Erdogan wek êrîşên Çeteyên DAIŞ'ê ne."
(hk-htk/rc)