Şervanên YPJ: Pêngava Minbic û Reqayê dê rizgariya gelan bîne
09:07
Rûken Dêrik/JINHA
GIRGÊ LEGÊ - Şervanên YPJ'ê Pêngava Rizgarkirina Bakûrê Reqayê û Hemleya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ku rizgariya Minbicê hedef dike, wek pêngava rizgariya gelan pênase kirin.
Pêngava rizgarkirina Minbîcê ya ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ve bi navê "Operasyona Fermandarê Şehîd Ebû Leyla" tê meşandin, di roja 15. de berdewam dike. Şervanên YPJ'ê ên bajarê Girkê Legê ya Kantona Cizîrê têkîldarê operasyona rizgarkirina Reqa û Minbicê de nirxandin kirin. Şervanên YPJ'ê diyar kirin ku pêngava rizgarkirinê ji bo wan gelek girînge û gotin, "Pêngava Minbic û Reqayê dê rizgariya gelan bi xwe re bîne."
'YPJ'ê bi ruh û sekneke fedayî ji bo azadiyê pêşve diçin'
Fermandara YPJ'ê Têkoşîn Abay anî ziman ku demeke hemleyên girîng li Minbic û bakûrê Reqayê hatî dest pêkirin û wiha got, "Hemle yekbûna gelê Kurd, Ereb û Tirkmenan hedef dike. Wiha jî ji bo gelê bindest têkoşîn tê kirin. YPJ'ê jî di bin sîwana QSD'ê de di hemleya Rizgarkirina Bakûrê Reqayê de cih digire û roleke girîng dileyîze. Rêhevalên me yên YPJ'ê bi ruh û sekneke fedayî ji bo azadiyê pêşve diçin."
'Têkoşîna me li hember çeteyan heya dawî dê bidome'
Têkoşîn bandora YPJ'ê li ser têkoşîna gelan jî wiha bilêv kir û wiha domand, "Di pir Artêşan de jin cih girtiye, lê wek artêşa jinê bi navê YPJ'ê di têkoşîn û berxwedana rewa a gelan de cih digire. YPJ'ê estetîk û exlaqa şer nîşan dide. Ji ber şerê YPG-YPJ'ê şerê hebûna jinê sîstema azad esas digire. Li ser vê bingehê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke bêmînak nîşan dide. Esasê şerê me parastina gelan e. Lewma talan, xirabkirin tune ye. Em wek YPJ'ê di têkoşîna azadiya gelê Rojava û Sûriyê, li beramberî çeteyan heya dawiyê bisekinin. Pirî caran gelê Dêrezor, Reqa, Ezaz û Minbicê ji şervanan xwestin ku wan ji çeteyan rizgar bikin."
'Em ê tola jinên Êzidî hilînin'
Jînda Amara jî diyar kir ku armanca pêngava rizgarkirina bakûrê Reqa û Minbicê kantonan gihandina heve û wiha pêde çû, "Armanc ji van hemleyan ew e ku herêm bi tevahî rizgar bibe û kantonên Kobanê û Efrîn jî bigihîjin hev. Em jî wek YPJ'ê tevlî hemleya azadkirina Bakûrê Reqayê dibin û dibêjin ku em ê li cihên ku jinên Êzidî hatin kolekirin, firotin û bi sedan mirovên bêguneh hatin kuştin, tola wan hilînin."
'Bila tevahiya jinên ciwan bi eşqa azadiyê ber bi refên şoreşê ve biherikin'
Şervana YPJ'ê ya Ereb Amargî Til Koçer di serî de pêngava rizgarkirina bakûrê Reqa û Minbicê li tevahî gelan pîroz kir û wiha axivî, "Jinên Ereb jî her diçe bi girîngiya parastinê dihesin û dixwazin di vê têkoşînê de para wan jî hebe. Bila tevahiya jinên ciwan bi eşqa azadiyê ber bi refên şoreşê ve biherikin û ji bo ku dawî li reşahiya DAIŞ'ê bînin, bikevin nav liv û tervgerê."
(en/rc)