Jin li bendê azadkirina xaka xwe ne
09:08
Denîz Yeşîlyurt/JINHA
TIRŞÎN-Pêngava azadkirina Mînbîcê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat destpêkirin bi hemû lez û beza xwe berdewam dike. Di nav de jin û zarok jî hebûn bi sedan kes ji aliyê şervanên meclîsê ve derbasî qadên bi ewle bûn. Mînbîciyî, şervanan qet tenê nahêlin û li bende azadkirina xaka xwe ne.
‘Pêngava Azadkirina Mînbîcê’ di roja xwe ya 15’an de berdewam dike. Di demeke kurt de gelek gund û mezra hatin rizgarkirin û govendên azadiyê tên girtin. Jinên ji zilma çeteyan xilas dibin, çarşefên reş li xwe dikin û rûyê zarokan jî ji nûve dikene. Şervanan peymana azadiya Mînbîcê ragîhand û bi sedan kes jî çûn herêma ku şervan lê ne.
Bi sedan kes li herêma bi ewlene
Bi sedan kesên ku di nav de jin û zarok jî hebûn ji Mînbîcê şûn cem şervanên meclîsê yên li herêma bi ewle bûn. Gel niha li bende azadiya xaka xwe ne. Gelê ku xwe gîhand cem şervanan diyar kirin ku gelek kesên li bajar mane dixwazin bê lê çete destur nade wan û gotin: “Çeteyan rê girtine. Ji ber vê gel nekare derkeve. Çeteyê DAIŞ’ê dikare gelê li wir maye wek mertalê zindî bikarbîne. Em dixwazin xaka me demildest bê azadkirin û gelê wir bê rizgarkirin.”
(hu)