'Bi perwerda zimanê xwe emê têkoşînê mezin bikin'
09:17
JINHA
AMED - Jinên Çinarê ên ku diçin qursa Kurdî, ji bo xwe bighînin gihanek din bê sebrin. Jinan gotin, "Li hember zimanê desthilatdariyê, di şerde em hînê zimanê xwe bûn."
Qursa zimanê Kurdî a ku ji aliyê Navenda Jinan a Jinwar li binesaziya Şaredariya navçeya Çinar a Amedê hatî vekirin rastî eleqeyek mezin ji aliyê jinan ve tê. Jinên ku 6 heyv tevlî perwerdehiya qursê bûne, diyar kirin ku nêrînê wan jî li hember cîhanê hatî guhertin. Jinan anî ziman ku ew bi tevlîbûna qursê re gava dest pêkê li hember zîhniyeta ku jinan di nav çar dîwaran de digre avêtine û wiha gotin, "Ji ziman me dest pêkir. Ji ber eger em zimanê xwe nasbikin, em ê xwe jî nasbikin."
'Ji bo xwe min azadî xwest'
Yek ji jinên ku beşdarî qursê bûye Suzan Karadenîze. Suzanê da zanîn ku malbat li malê cudahî dixe navbera jin û mêran de û got ku ji ber kevneşopiyên civakî jin di nav malê de tê dorpêç kirin û wiha pêde çû, "Li malê du birayê min ên mezin hebûn. Em du keç bûn. Wan deman me li gund jiyan dikir. Bavê min tevahî birayên min şand dibistanê. Me jî li malê xizmeta wan dikir. Niha tev bûn xwedî pîşe. Ne hêştin ez bixwînim. Ez gava mezin bûm jî, ji her tiştî re biyanî bûm. Bavê min dereng ket ferqê şaşiyê xwe. Lê belê perwerdeyê xwe niha bi xwe dibim. Li her derî çûm qursan û ji bo xwe min azadî xwest."
'Berî her tişt hînê zimanê xwe bûm'
Suzanê bilêv kir ku ew çûye Navenda Jinan û hînê xwendin-nivîsandinê bûye û wiha axivî, "Heftê du roj em diçin qursê. Piştî em hînê Kurdî bûn em Tirkî jî dixwînin. Divê qadên wiha ji bo jinan bên zêde kirin. Li hember astengiyên civakê em doza azadiyê diparêzin. Divê dev ji çavê biçûk dîtina jinan bê berdan êdî."
'Dem demê ser piyê xwe seknandine'
Nefîse Ural jî anî ziman ku divê li Çinarê jin xebatên wiha berfireh bikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Gava mirov hînê zimanê xwe dibe, di heman demê de dikeve ferqê xwe jî. Ji her alî ve pêşketin çêdibe. Ji ber vê yekê banga min ji tevahî jinan re ye. Dem demê ser piyê xwe seknandine. Bila êdî xwe ji dorpêça li mal rizgar bikin. Tundiya mêr bira, tê wateyê tundiya dewletê."
(rc)