Li Erxaniyê 'Parqa Jina' vebû
10:16
Şehriban Aslan /JINHA
AMED - Jinan eleqeyek mezin nîşanî 'Parqa Jinan' a li Erxaniyê vebû dan. Jin û zarokên hatin parqê diyar kirin ku ew li parqê rehetin û xwe dinava ewlehiyê de dibînin.
'Parqa Jinan' ku ji aliyê Şaredariya Erxani ya Amedê ve hatî vekirin rastî eleqeyek mezin hat. Cudabûna vê parqê ji parqên din tenê ji bo ku jin cih digirine. Jinên li parqê diyar kirin ku ji bo parq li navçeyê hatiye çêkirin menunin û wiha gotin: "Çêkirina vê parqê ji bo me şense ke. Li Erxaniyê cara yekeme parqek wiha tê çêkirin. Em çiqasî ji hevşaredarên xwe re spasî bikin hindik e."
Dîdar Demir a ku li parqê firotine dike got ku vekirina parqê ji bo wa şensek ê û wiha berdewam kir: "Bi vekirina parqê re gelek tişt hatin guhertin. Ya herî baş jî dema ku jin li gel mêran nebe mêr nikarin têkevin parqê."
Şadiye Gun jî da zanîn ku cara yekêye ew tê parqê û wiha dom kir: "Ev parq li Erxaniyê yeke me. Dema em jin tên parqê aramin."
Zehra Arta jî wiha axivî: "Em ji hevşaredarên xwe yên ku ev parq çêkirî re spas dikin. Dema ez têm parqê aram dibim. Em zanin ku zarokên me li parqê bi ewlehî nin."
Seher Dayan a ku li parqê peywirdar û hertim bi jinan re eleqedar dibe jî anî ziman ku ji dema parq çêbû yî ve jin menunin û wiha dom kir: "Dema em kêfxweşiya jin û zarokan dibînin em jî kêfxweş dibin."
Yên herî ji parqê memnun jî zarokin. Efecan Kaçar û Muhammed Mustafa Şengul jî gotin: "Li parqê pir zarok he ne. Dema em zarok tên parqê kêfxweş dibin. Dema em li taxê dilîzin dayika me hertim me hişyar dikin ji bo tiştek ne wê serê me. Parq ji bo me û dayikên me bi ewleye."
(dt/zt)