'Divê her kes ji bo Şirnexê bikeve nava tevgerê’

10:18

JINHA

AMED - DBP’ê diyar kir ku wê beşdarî meşa KCD’ê ya Şirnexê bibe û bang li saziyên civaka sivîl û welatiyan kirin ku ji bo dagirkirin rabe bimeşin Şirnexê.

Ji aliyê KCD’ê ve ji bo Şirnexa ku hilweşîn û qedexe lê berdewam dike de meşekê pêk tîne û DBP jî wê beşdarî meşê bibe. Di 16’ê Hezîranê de saet di 10’an de li ber avahiya KCD’ê wê meş dest pê bike. rêveberiya DBP’a Amedê Leyla Ayaz têkildarî meşê de axivî û diyar kir ku ev nêzî salekê ye gelek bajarên Kurdistanê di bin navê ‘qedexeya derketina derve de’ tên hilweşandind û tinekirin.

Leylayê bi lêv kir ku seranserê pêvajoya qedexeya derketina derve ya li Şirnexê de bajar û gel zirarek mezin dîtine û got tevî daxuyaniya ‘operasyon qedyan’ jî qedexe berdewam dike. Leylaê wiha got: “Ger operasyon qedya bin çima hîna qedexeya derketina derve didome. Çima xanî û bajar tên hilweşandin. Rojek berê KCD’ê bangek kir. Me jî piştgiriya xwe ya ji bo vê bangê aşkera kir. Me got emê beşdarî vê meşê bibin. Em bang li hemû raya giştî dikin ku bi hestiyarî tevbigerin.”

Leylayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek DBP’ê bang li STK, partiyên siyasî û gel dikin û got: “Sibê saet di 10.00’an de emê li ber avahiya KCD’ê bên cem hev û biçin Şirnexê. Em ji bo qedexeya li wir rabe, hilweşîna li wir bê sekinandin, bang li gelê xwe dikin ku bikevin nava tevgerê.”

(hu)