Jinan 1. salvegera rizgarkirina Girê Spî nirxandin
11:09
Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR- Jinên bajarê Til Temir bi boneya 1. salvegera rizgarkirina Girê Spî ji çeteyan nirxandin kirin û wiha gotin, "Girê Spî mînaka jiyana hevbeş e. Rizgarkirina Girê Spî rûpeleke nû di dîroka gelên bindest de ye."
Girê Spî di encama Hemleya Şehîd Rûbar ku ji hêla hêzên YPG/YPJ'ê de di 18'ê Gulana sala borî dest pê kiribû di 15'ê Hezîranê de bi rizgarbûna Girê Spî û gihîştina Kantonên Kobanê û Cizîrê serkeftî bi encam bû. Ev serkeftin yek ji pêngavên girîng di rizgarkirina Kobanê û bingeha hemleyên ku îro li Bakûrê Reqayê û Minbicê hatine dest pêkirin, îfade dike. Di 1. salvegera rizgariya Girê Spî de jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê nêrînên xwe anîn ziman û gotin, "Xewna her kesê bû ku Girê Spî ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibe, şervanên YPG/YPJ'ê ev xewin kirin rastî û niha Girê Spî bûye mînaka jiyana hevbeş a gelan."
'Gelê li Girê Spî bi awayeke wekhev û azad dijîn'
Rêvebera Dadgeha Gel a bajarê Til Temir Nadîn Hec Fewaz diyar kir ku Rizgariya Girê Spî rûpeleke nû ye ji bo gelane û wiha domand, "Bi saya şehîdên qehreman û şervanên YPG/YPJ'ê ev qad azad bû, paşê jî ji jiyana hevbeş re bû mînakeke pir xweş. Niha gelê li Girê Spî bi awayeke wekhev û azad dijîn. Bajar sazî û navendên xwe, rêveberiya xwe ava kiriye û jiyaneke komînal li wir tê jiyîn. Çawa Girê Spî, Şengal, Kobanê û herêmên din azad bûn, niha jî dema azadiya Reqa, Minbic û Cerablûsê ye. Em ê bi ruhê hemleya Şehîd Rûbar yekîtiya di navbera Kobanê û Efrînê jî bidin çêkirin. Bi berxwedaniya şervanan wê berhemên azadiyê li hemû derê bêne çandin."
'Azadiya Girê Spî movika pişta DAIŞ'ê şikandibû'
Endama Lijneya Xizmetguzarî ya girêdayî Şaredariya Gel, Sûad Baravî jî nêrînên xwe wiha anî ziman, "Beriya ku Girê Spî rizgar bibe, kesên xêr nexwaz dijberiya pêngava Şehîd Rûbar dikirin û polîtîkayên reşkirinê didan meşandin, digotin 'Girsê Spî ger ji DAIŞ'ê rizgar bibe dê erdnîgariya Rojava û Sûriyê xirab bibe!' Heman derdor îro jî li dijî hemleya Rizgarkirina Bakûrê Reqa û Hemleya Şehîd û Fermandar Ebû Leyla disekin in. Lê belê bi awayê ku me Girê Spî rizgar kir û jiyaneke demokratîk li wir ava kir, bi heman awayî hêzên azadîxwaz berê xwe bidin her derê ku çete dagir kirine û wan deran azad bikin. Azadiya Girê Spî, movika pişta DAIŞ û hevkarên wan dewleta Tirkiyê, Sûdî Erebîstan û Qetarê şikand. Niha em ê bi hemleyên azadiyê bi tevahî çeteyan li ser axa Sûriyê bikin derê. Li ser vê bingehê ez ji herkese hêvî dikim ku ji gelên koçber ên ji Reqa û Minbicê reviyane re bibin alîkar û bi her şêweyî ji şervanên li Reqa û Minbicê re têkoşîn dikin, piştgirî hewce bidin."
(hs/rc)