ÎHD'ê rapora Nisêbînê ya îskencê diyar kir
11:13
JINHA
MÊRDÎN - ÎHD'ê li ser hevdîtinên bi kesên li Nisêbînê hatin binçavkirin re pêk anî, raporek amade kir. Di raporê de hat ragihandin, hêzên dewletê îşkence li kesên hatine binçavkirin, kirine.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan Şaxa (ÎHD) a Mêrdînê, têkildarî 72 kesên li Nisêbînê hatin binçavkirina raporek li ser tespîta rewşê û çavdêriyê amade kir. Komîsyonê, agahiyên li ser 'pêkanînên xerab' ên li 72 binçaviyan hatin kirin, lêkolîn kir û bi kesên girtî re hevdîtin kir. Di raporê de hat gotin, "72 kesên li navçeya Nisêbînê hatin binçavkirin, demeke kurt piştî bicihkirina li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, bêyî ji malbatan re were gotin sirgûnî girtîgehên li Osmaniye û Tokatê hatine kirin. Ji ber vê yekê, hevdîtin bi girtî û jinên li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tên ragirtin, hatiye kirin."
Beşa raporê ya ji axaftina girtiyan pêk tê bi vî rengî ye:
Semra Argoî (30)
"Ji ber ku di dema binçavkirinê de min mafê xwe yê bêdengmanê bi kar anî, gotinên zayendîparêz li min hatin kirin. Piştî hatim girtin, dema bi wesayîtê em dibirin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, tevî kesên di hundirê wesayîtê, li me dan. Em nebirin nexweşxaneyê û di vî warî de raporek ji me re nehat dayîn."
Yasemîn Erkol (35)
"Piştî ku em li navçeya Nisêbînê hatin binçavkirin, em birin salona dibistanê ya bi navê Sulyeman Bolunmez. Li vê derê bi dijwarî li me dan. Serê min, hînê ji ber derbên lê xistin dêşe. Ez li navçeya Mêrdînê dijîm. Ji bo kurê xwe yê min agahî jê nedgirt, ez li Nisêbînê mam. Li ser bedena min hînê şopên derban hene."
(Hat dîtin ku mexdûr timî digirî, zehmetî û travmaya bi serê wê hatiye, hînê ji ser xwe navêtiye)
Emre Topçûolgû (16)
"Piştî binçavkirinê em birin dibistana bi navê Suleyman Bolunmez a li navçeya Nisêbînê. Kîs xistin serê me. Bi xortim û kelepçeyên plastîk li me dan. Dema em li binê çavan dihatin ragirtin, heta saet 4'ê şevê li me dan."
Denîz Kiliç (17)
"Em li dibistana bi navê Suleyman Bolunmez hatin ragirtin. Li vê derê, timî kiryarên nebaş li me kirin. Ji ber lêdanê bêvila min şikest. Ji ber ku nikarim tedawî bibim, bi zorê hilmê distînim. Min bi erdê re kişandin. Li milê min ê çepê, ji ber kaşkirinê birîn der bûn. Her wiha Baran Emen ê bi me re hat binçavkirin û hînê li qewîşa kêleka me tê ragirtin, ji ber derbên lê hatin xistin, lingê wî şikest."
Hêja Algun (16)
"Ez li Nisêbînê hatim binçavkirin. Di binê çavan de li dibistaneke li Nisêbînê hatim ragirtin. Kîs xistin serê me. Timî gotinên nebaş ji me re digotin û li me didan. Bi qontaxa çekê li çavê min ê rastê xistin. Tiliya işaretê ya destê min ê rastê şikandin. Yên bi min re hatin binçavkirin, li hemûyan hat xistin."
Di beşa daxwazan a raporê de ji Wezareta Edaletê hat xwestin, kesên birine girtîgehên li Osmaniye û Tokatê derhal sewqî nexweşxaneyê bike û bihêle doktor raporê bide wan.
Her wiha hat xwestin, destûr bê dayîn ku heyeteke serbixwe ya ji personelên tenduristiyê û hiqûqnasan pêk tê, bi 72 kesên hatine binçavkirin re hevdîtinê bike û hemû li nexweşxaneyê werin dermankirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Mêrdînê, li ser serlêdanên hatine kirin, gilî kir.
(zt)