Di radyoyê de dengê stranên ji bo ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin
11:53
JINHA
EDENE - Ji bo 33 ciwanên SGDF’ê ku li Pirsûsê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, wê li Radyoya Dunya ya Edenê her rojekê wê stranên ciwanekî yên jê hez dikir bên lêdan.
Di 20’ê Tîrmeha 20152an de Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo derbasî Kobanê bibin bi kampanyaya ‘Me bi hevre parast em bi hev re ava dikin’ derketin rê û di êrîşa bombeya zindî ya DAIŞ’3e de 33 ciwanên sosyalîst hatin qetilkirin.
Bi nêzîkbûna yekemîn salvegera komkujiya Pirsûsê re SGDF’ê kampanyaya ‘Ji bo Pirsûsê edelet, ji bo her kesî edelet’ da destpêkirin û ji bo 33 rêwiyên xeyalê banga bernameyên bibîranînê û edeletê hat kirin.
Di çarçoveya kampanyaya li Edenê hatiye destpêkirin de wê di Radyo Dunyayê de ji bo kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane wê her roj stranên ku wan jê hez dikir bê lêdan. Ji SGDF’ê Tulîn Gur ji JINHA’yê re axivî û got ji bo hevalên xwe yên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane, jibîr nekin û bibîr bînin, wê heta 20’ê Tîrmehê her roj ji bo kesekî stranên jê hez dikirin bên lêdan.
Tulînê got bi vî awayeî wê careke din komkujiyê lanet bikin û wiha got: “Di çarçoveya kampanyaya me de wê heta 20’ê Tîrmehê xebatên me bi awayekî xurt berdewam bikin. Emê di 16’ê Tîrmehê de li Stenbolê şeva Edeletê pêk bînin. Em her kesê edeletê diqêrîn vexwendî dikin.”
Tulînê banga edeletê kir û got: “Wê ti xeyal nîvco nemîne. Werin em xelayên 33 rêwiyên xeyalê bi hev re bidin nasîn û ji bo her kesê zilm dîtiye edeletê bixwazin.”
(hu)