Heyeta HDP'ê asteng kirin, bêmafî li wekîlan kirin

12:09

JINHA

ŞIRNEX - Heyeta ji parlamenterên HDP'ê ya ku ji bo hevgirtina bi gelê Şirnexê re berê xwe da bajêr li bajaroka Qesirgê ya Cizîrê ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin.

Heyeta HDP'ê ya Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, parlamenterên HDP'ê Besîme Konca, Ferhat Encu û Ayşe Acar Başaran jî di nav de ne û ji bo hevgirtina gelê Şirnexê berê xwe dan bajêr, li bajaroka Qesirgê ya Cizîrê ji aliyê leşkeran ve hate asteng kirin. Leşker bêyî ku tu hincet nîşan bidin rê li çûyîna heyetê girtin. Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel a ku bertek nîşanî helwesta leşkeran da, rastî heqaretan hat.

Sekna heyetê ya li Qesirgê berdewam dike.

(zt)