Jinên ku gundê wan azadbûyin zilma DAIŞ'ê vegotin

13:49

Deniz Yeşilyurt/JINHA

MINBIC - Jinên ku gundê wan ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgar kirin ji aliyekê ve zilma çeteyan vedibêjin, ji aliyê dinve duayan ji şervanên meclisê re dikin in û wiha dibêjin: "Em dixwazin vegerin rojên ku çeteyên DAIŞ'ê tune."

Jinên di destê çeteyên DAIŞ'ê yênbûn bela serê gelê Rojhilatanavîn de dema azadbûn nirxandin kirin. DAIŞ her dera ku dagirdike zilmê li ser jina dimeşîne. Bi salanê çeteyên DAIŞ'ê zilmê li ser gelê Minbicê di meşîne de, ji bo ev zilm bi dawî bibe Meclîsa Leşkeri ya Minbicê hamleya bi navê 'Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla' dan destpêkirin. Hamleya azad kirin û xilas kirinê bi lezgîn berdewam dike. Di hamleyê de gelek gund û mezra hatin xilas kirin. Me mikrefona xwe direjî jinên ku di hamleya rizgar kirinê de hatin azad kirin kir. Her çiqas cih dû bê û dîrok cûda bê jî êşên tên ser ziman heman tiştin.

'Pêşî temeşekirina TV yê qedexe kirin'

Fatme Muhammed di rojên derbasbûyî de ji gundê Osejiya ji hat azad kirin. Mirov dikare ji peyvek Fatime hezar car bixwîne. Fatime wehşeta DAIŞ'ê bi du peyva tîne ziman, Wehşet û tirs. Fatime diyar kir ku DAIŞ'ê pêşî temeşe kirina TV yê qedexe kiri ye û wiha berdewam kir: "Jiyana me bi qedexeya tijî bû. Ev kontkirina qedexeyan ji aliyê malbatên çeteyan di hat kirin. Em bawerin piştî hamleya ku hatî destpêkirin de hêvî û baweriyên me li ser axa me azad bi bê. Em dixwazin vegerin rojên ku DAIŞ tune bû."

'Jiyana me ketibû nava çemberê'

Ji jinên ku hatin azad kirin Menalê jî ji rojên hemleya pêşî de ji gundê Halule hati ye azad kirin. Menalê zilma çeteyên DAIŞ'ê wiha vegot: "Çeteyên DAIŞ'ê di ketin nava malên me û mudaxaleyî cil û rûniştina me dikirin. Jiyana me di nava çar diwaran de derbas dibû. Êdî em ji jiyanê aciz bûbûn. Şervanên Minbicê em ji êsîriyê xilas kirin.

'Ayşe azadbûna xwe ji çeteyan wek roja cejnê peşwazî kir'

Ji jinên ku ji DAIŞ'ê xilasbûyîn Ayşe (20) di rojên hamleyê de hat azad kirin û ji gundê Mustafa Hammediyê ye. Dema Ayşe ji çeteyên DAIŞ'ê tê xilas kirin cil û bergên xwe li xwe dike. Gotinên Ayşe bese ku mirov zani bê nêzîkatiya DAIŞ'ê ji jinan re çawa ye. DAIŞ'ê gele Kurd hertim ji gelê Ereb re ne baş nîşan da û ev tişt gotin: "Hertim di xwestin me bibin navenda Minbicê ji bo ku bi jinên ciwan re bizewicin. Ji bo vê malbat hertim di nava tirşê de di dijîn. Carna jî ji bo ku bi jinên ciwan re bi zewicin pere teklif dikirin. Lê bi saya hamleya ku hatî despêkirin de azad bûn û me bi hêvî li jiyanê mêze kir. Dua ye me hertim ji bo şervanên ji bo ku nêzîkatiya wan ji jinan û mirovatiyê re cuda bû. Em ji bo nêzîkatiyên şervanan pir memnun bûn."

(dt/zt)