DBP: Lêpirsîna bi bandor di bin berpirsyariya peywir û wijdanê de ye
14:04
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- DBP MYK’ê têkildarî zextên li ser partiya wan û aqûbeta rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter ku ev 20 rojin windaye de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê pêvajoya ku tê xwestin her tişt normal bê dîtin de, hemû sazî divê demildest bikevin bin berpirsyariya wijda û peywirê. Partiya me ji biryar û îradeya xwe ya afrîneriya siyasetê ya azadîxwaz wê dest bernedin.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) têkildarî zextên li ser partiya wan û aqûbeta rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter ku ev 20 rojin windaye de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şer yên hikûmeta AKP’ê şer belavî bajaran bûye û got: “Ev salek bû sedema jiyana bi sedan kesî. Bêhiqûqiyek ku salên 90’î derbas kiriye tê jiyîn. Binpêkirina mafan, qetilkirina sîvîlan, qedexeya derketina derve, koçberkirina bi sedharazan kesî, aliyê vî şerî nîşan dide.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her kesên li dij polîtîkayên AKP’ê dertên, dibin hedef û wiha hat gotin: “Bi binçavkirin û girtinan dixwazin civaka muxalefet biçewisînin. Bi taybet jî AKP’ê li dijî partiya me polîtîkayek taybet xistiye dewrê. Hevserokên me yên giştî, hevşardarên me, rêveberên partiyên me bi awayekî bê hiqûq tên girtin, gelek rêveberên me hatin qetilkirin.”
‘Bila berpirs bên darizandin’
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di vê dema ku binpêkirinên mafan li Kurdistan û Tirkiyeyê derketiye asta herî jor, wesayîta ku rêveberiya Edremîta Wanê têde hatiye gulebarankirin û rêveberê me Ahmet Demîragaç jiyana xwe ji dest daye. Em ji malbatên welatiyên xwe re sersaxiyê dixwazin. Em van pêkanîna bi tund şermezar dikin. em diyar dikin ku ji bo berpirs bên darizandin têkoşîna me wê berdewam bike.”
Lêpirsîna bi bandor di bin berpirsyariya peywir û wijdanê de ye
Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Zextên li hember partiya me bi lez û berz berdewam dikin. rêveber û endamên partiya me tên girtin û binçavkirin. Rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter 20 roj berê hatiye girtin û di wesayîteke leşkerî de îşkence lê hatiye kirin. Di hesabên twîtterê yên JOH û POH’ê de hatiye gotin ku ew hatiye binçavkirin. Li ser vê malbatan serî li rayedaran daye. Piştî vê Walîtiyê û Midûriyeta Polîsan daxuyaniya fermî da û got nehatiye binçavkirin. Di vê pêvajoya ku dixwazin her tiştî normal bikin de, divê saziyên têkildar bikevin tevgerê û ji bo lêpirsînek bi bandor bê meşandin divê bikevin bin berpirsyariya peywir û wijdanê.
Em dest ji biryara xwe ya azadiyê bernadin
Em li dijî êrîşên li ser partiya xwe ti car dest ji têkoşîna azadî û demokrasiyê bernadin. Xwediyên van polîtîkayên zextxwir divê bizanin ku DBP dest ji biryar û îradeya xwe ya azadîxwaz û demokratîk bernadin.”
(hu)