Cenazê endama KJA yê Şehrîban Altunişik hat teşhiskirin

08:00

JINHA

ŞIRNEX - Nasnameya endama KJA'yê Şehrîban Altunişik a li Şirnexê hate qetilkirin di encama şopên tiliyan de hate tespîtkirin.

Nasnameya endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Şehrîban Altunişik a di berxwerdana Şirnexê ya ku 93 rojan berdewam dike de jiyana xwe ji dest da hat teşhiskirin. Şehrîban a di êrîşên qirkirinê de bajar neterikand cenazeyê wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê di encama şopên tiliyan de hate diyarkirin. Li bendê ye ku cenazeyê Şehrîban sibê ji nexweşxaneyê ji aliyê malbatê ve bê wergirtin.

Cenazeyê Şehrîban dê li Êlihê bê definkirin.

(zt)