'Jin mînaka têkoşîn û berxwedanê ye'
09:04
Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ- Têkîldarê serkeftinên şoreşa Rojava û pêşveçûna jinan di nava vê şoreşê de, endama Rêveberiya Kongra Star Sara Ibrahîm a ji pêkhateya Ereb got, "Jin mînaka berxwedan û têkoşînê ne."
Têkoşîna jina Rojava ku di tevahî warê jiyanê de bûye mînak her ku diçe bihêztir dibe. Xebatê jinan di warê leşkerî, siyasî û civakî de li tevahî cîhanê deng vedaye. Jina ku bi hezarê salan ji rastiya xwe hatibû dûrxistin, careke din li Rojava bi têkoşîna jina kurd dîroka xwe dinivîse. Endama Kongra Star Sara Ibrahîm a ku ji pêkhateya Erebe, ji ber rêxistinbûna jinan girîng dibîne tevlî Kongreyê Star dibe û bi aweyek çalak cihê xwe di nava xebatan de digre.
'Ligel her cure astengî ez tevlî xebatê bûm'
Sara bi kurtî qala jiyana xwe kir û wiha got, "Sê xwîşkên min û du birayên min hene, dayîka min jî berî du salan çûye ser dilovaniya xwe. Xwîşkên min zewicîne, piştî wefata dayîka min êdî barê malê hemû ket ser pişta min, birayek min jî astengdar e, êdî min ew xwedî kir û hemû pêwîstiyên malê ket ser milê min. Li kêleka karê malê jî min xwest ku hêza xwe di nava civakê de aktîf bikim, lê bavê min li dijî biryara min ya xebatê derket. Ligel her cure astengî ez tevlî xebatê bûm."
'Şoreşa Rojava bû zemînê avakirina civakeke demokratîk'
Sara diyar kir ku şoreşa Rojava bandoreke erênî li ser tevahî jinan kiriye û wiha domand: "Şoreşa Rojava bû zemînê avakirina civakeke demokratîk. Jinê jî pêşengtiyeke mezin û bi nirx ji avakirina vê civakê re dike. Bi saya felsefe û ramanê Rêber Apo hemû jin şiyar bûn, ji bo ku jin rastiya xwe ya ku ji hatiye dizîn nas bike, Rêber Apo heya niha di nava têkoşîneke bê hepma de ye. Destpêka tevlîbûna min a ji perwerdeya 15 rojan re, rojên min ên herî xweş û bi wate bûn. Ji ber ku min tê de wate û dîroka jina azad nas kir, baweriya min a bi têkoşîna jinên azad û di rêya wan de şopandin bû. Ez wekî jineke ji pêkhateya Ereb serbilind û şanazim ku fikrekî mîna fikrê Rêber Apo nas dikim. Ji ber ku ev raman hemû civakan ber bi azadiyê ve dibe."
'Serkeftina şoreşê bi berxwedana jinan misogere dibe'
Sara anî ziman ku ew niha weke rêveber cihê xwe di nava xebatên Kongreyê Star de digre û wiha pêde çû, "Di kêleka kare malê, divê jin hêz û çalakbûna xwe di nava civakê de jî bixe pratîkê. Baweriya min a bi serkeftin û vîna jinan bê sînore. Serkeftina şoreşê bi berxwedana jinan misogere dibe. Ez wekî jineke Ereb bi şervanên jin ên Kurd serbilind im, îro di çeperên şer de ji bo azadî û aramiya welatê me şer dikin. Hêviya min ew e ku her jinek tevlîbûna xwe ji YPJ'ê, xebatên siyasî, civakî bi taybet jî xebatên Kongreya Star re bide çêkirine."
(hs/rc)