'Reqa, Minbic û Cerblûs dê bibe goristana çeteyan'

09:05

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR-Endamên Rêxistina Alîkariyê û Pêşxistinê ya Kantona Cizîrê Rûken Hesen diyar kirin ku hêviyeke wan pir mezin ku herêmên Minbic, Reqa û paşê jî Cerablûs ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibe û gotin "Ez di wê baweriyê de me ku dê bi hêz û vîna jinan Reqa, Minbic û Cerablûs ji çeteyan re bibe goristan."

Bi destpêkirina hemleyên rizgarkirina Reqa û Minbicê pêvajoyek nû ji aliyê gelên herêmê ve dest pêkir. Cihên ku demeke dirêj di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bûn yek bi yek rizgar dibin. Ev jî hêviyên jiyaneke nû avadike. Di vê rewşê de, çete ji hev ketine û bi tirsa canê xwe gel dikin mertal û hovîtiya xwe zêdetir kirine. Endamên Rêxistina Alîkarî û Pêşxistinê jî girêdayî vê mijarê nêrînên xwe parve kirin û gotin "Em di wê baweriyê de ne ku hêzên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dê bangewaziya gel pêk bînin û wan ji hovetiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin."

'Dê gel rizgar bibe'

Endama Rêxistina Alîkarî û Pêşxistinê, Rûken Hesen diyar kir ku divê gel li hember zilama DAIŞ'ê bi tedbîr tev bigere û wiha got, "Heya ku QSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wan rizgar bike divê ewlehiyê xwe gel bigre. Ji ber çeteyên DAIŞ'ê hewl didin gel bixapînin û wan dikin mertalên zindî. Di heman deme de qetlîamên li ser gel zêde bûne. Bi rêbazên cûda êrîşên gel dikin. Lê bila gelê me di wê baweriyê de bin ku dê hêzên azadker ên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wê wan rizgar bike û ji hovetiya çeteyan xilas bike."

Rûkenê bilêv kir ku çeteyên DAIŞ'ê di bin navê Îslamiyetê de xirabiya herî mezin li olê Îslamê dikin û wiha pêde çû, " Jin şewitandin. Komkujî pêk anîn. Di bazaran de jin firotin. Hovîtiyeke wiha qet tu derê cîhanê di tu deman de nehatiye dîtin. Niha li ser bingeha bangewaziya gel Hêzên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê armanc dikin ku kiryarên qirêj ku li ser gel têne meşandin ji holê rakin û jiyaneke azad û wekhev pêşkêşî gelê herêmê bikin."

'Divê tevahî jin piştgiriya hemelê bikin'

Şehnaz Hisên jî anî ziman ku kesên serê jin û zarokan jêbikin mirovên bi xeterin û wiha pêde çû, "Çeteyên DAIŞ'ê herî zêde jî êrîşê jinê kirin. Dijminê jinan e. Di heman demê de ji jinê jî pir ditirsin û dibêjin bila em bi destên jinekê neyên kuştin. Ez di wê baweriyê de me ku dê bi hêz û vîna jinan Reqa, Minbic û Cerablûs ji çeteyan re bibe goristan. Lewma ez ji hemû jinan dixwazim ku bi hemû hêz û derfeta xwe tevlî hemleyê bibin. Çi ji destên me were ji bo piştevaniya şervanan em ê pêk bînin. Hêzên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dê li Reqa û Minbicê tovê jiyana azad û wekhev diçînin."

(en/rc)