Hunera destan bi kedê jinan tê jîndin

09:06

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Jinên ku çanda hunerê didin jîndin diyar kirin ku armanca wan hunera destan gihandina pêşarojê ye û wiha gotin, "Kevneşopiya me yek ji beşa çanda me ye ku me ji çandên din cuda dike. Jina Kurd jî di parastina kevneşopiyê de xwedî bandor e û wê derbasê nifşên pêşerojê jî dike."

Jin ji dîrokê heya serdema niha hem avakerên jiyanê ne hem jî çanda hunera destan yê ku bi afrîneriya jinan hatî avakirin tê parastin. Li gundên Kantona Efrînê mirov bi taybet rastê bi sedan şêwe û rengên cûrbecûr yên dantel, qewîç, perde û hunerên xemla malan tê. Tevahî xweşikbûna hunerî bêguman bi destê jinan tê hilberandin. Jina bi navê Cîhan Mihemed (54) li gundê Sindiyankaya navçeya Cindirisê bûye bûye çavkaniya hûnerên destan. Cîhanê diyar kir ku ew ji dayîk û pîrikên xwe hînê hunera destan bûye û wiha got, "Kevneşopiya me yek ji beşa çanda me ye ku me ji çandên din cuda dike. Jina Kurd jî di parastina kevneşopiyê de xwedî bandor e û wê derbasê nifşên pêşerojê jî dike."

'Rûhê hevkariyê di nava jinan de pêşdikeve'

Cîhanê anî ziman ku piranî jin bi armanca hilberandina hunera destan tên gel hev û got rûhê hevkariyê di nava jinan de pêşdikeve û hîn zêdetir hev nasdikin. Cîhanê da zanîn ku gelek hunerên destan hildiberîne û wiha pêde çû, "Jinên ciwan bi armanca parvakirinê tên gel hev û hunera destan hildiberînin. Ev çand hîna jî li her derî berdewam dike. Ez bi xwe jî di temenê 14 salî de li ber destê xwîşk û hevalên xwe hînê hunerê destan bûm. Ez dora şerpeyan bi morikan çêdikim, bi tayê armîş xemla malan, lîfê serşoyê, berdestek û hwd. reng bi reng dihonim."

'Ez niha jinên gund hînê çêkirinê dikim'

Cîhanê bilêv kir ku bi kedê destê jinan hilberîn bi wate dibe û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez dora şerpeyen bi şeklên wek gula zeytûnê, gûşiya trî, liba nokê, bijankên çavan, lingê çûkê û nêrgiz çêdikim. Xwîşk û hevalên min ez fêrî karên destan kirim û niha jî ez keçên xwe û keçên gund fêr dikim. Jinên gund zehf diyarî jî dane min ku min ew li ba xwe veşartine. Hin tiştên min jî dema li Helebê mala me hilweşiya, li bin avahî de man hebû."

'Bi kedê xwe malê xwedî dikim'

Cîhan di dawî de jî bi dileke zîz got, "Min berê qet karên xwe yên destan nedifirot, min hezdikir ku diyarî bidim dost û xizman. Lê niha ji ber dorpêça li ser herêmê rewşa me ya aborî jî nebaş e. Hevjînê min jî nikare kar bike. Lewma ez bi keda destên xwe zarokên xwe didim xwendin û debara malê dikim."

(lç/rc)