Di balafirgeha Amedê de saetekê bê hewa man, kesî tiştek negot!

09:07

Sarya Gozuoglu / JINHA

AMED - Di balara Pegasus ku ji Stenbolê diçû Amedê, bi hincet aku erziye teknîkî heye nêzî 100 rêwî di balafirê de girtî hatin hiştin. Rêwiyê ku bertek nîşanê vê da got: “Di balafirê de jinên ducanî, mirovên bi rojî, extiyar,zarok, nexweşên din û astimê hebûn. Hewl dan rêwiyan dîsa li balafiran bi erize siwar bikin. Bêdengî tê wateya karasetên nû.” Rêwistiyan got wê têkildarî fîrmaya ku hîna daxuyaniyek jî nedane, gilî bikin.

Di 13’ê Hezîranê de di balafira Pegasusê ya saeta 18.45 ya hejmar pc192 de ku ji 100’î zêdetir rêwî têdebûn bûyerek bi xeter hat jiyîn. Ji van rêwiyan jinek ciwan ji JINHA’yê re axivî.

Jina ciwan got ew ji saetekê zêdetir bê klama û bê oksîjen di balafirê de girtî mane û got ev bûyera hatiye jiyîn divê bi rayagiştî bê bihistin û got ji bo karasetên nû neyê jîn her kes vê bibîhîze û biçe darazê.

Jina ciwan ji ber ewlehiyê navê xwe neda û got: “Di 18.45’an de em girtin balafirê. Dema em ketinê klîma nedixebitîn. Em demekê payîn. Piştî demekê mirovan bertek nîşan da. Ji Host û Hostesan hat pirsîn. Wan jî gotin dema motor nexebite klîma jî naxebite. Lê ji ber gelek qerebalix bû hewaya paqij, qirêj bibû. Ji ber vê mirovan zêdetir bertek nîşan da.”

‘Mudaxeleyên kesên ji ser xwe çûn nekirin’

Rêwiyê got saetek û 15 deqeyan bê hewa, bê klîma û girtî mane ûgot: “Jinên ducanî, nexweş, yên bi rojî, zarok û extiyar hebûn. Her kes ji ser hişê xwe çû. Rûyê wan ji bêhewabûnê germ bû. mudaxaleya tibî jî nekirin. Her kes qêriya, li paçeyan xistin û dixwestin birevin.”

‘Hunê wek Cizîrê me jî bikujin?’

Rêwiyê wiha berdewam kir: “Bertekên rêwiyan zêde bûn. Digotin hunê wek mirovên Cizîrê me jî bikujin, hunê me jî zindî zindî bikujin. Di encama protestoya rêwiyan de saetek 15 deqe şûnde derî hatin vekirin û piştre yên ji ser xwe çûn tahliyekirin û yên din peya bûn. Çend deqeyêndin şûnde peywirdar hatin û gotin dîsa li heman balafirê siwar bibin. Rêwiyan gotin em teqez lê siwar nabin û gotin balafireke bê erize bînin. Rêwî li otobusan siwar kirin û li dora pîstê gerandin. Balafirek nû anîn, lê me ev protesto kir û girtek girtin. Gelek kesî îmze avêt girtekê û piştre em li balafirê siwar bûn.”

Ne jiyana me prestîja xwe fikirîn

Rêwiyê di dawiya axaftina xwe de wihagot: “Em li balafigeha ku siwar bûn jî demek dirêj sekinandin û pîlot ji megafonê lêberîn xwest. Piştî sandvîçên bê pere hatin belavkirin. Min û yên wek min qebûl nekirin. Fîrmayê ne ewlehiya canê mirovan, prestîja xwe fikirî. Emê bêdeng nemînin.Emê gilî bikin.

(hu)