'Cesareta YPJ'ê ji çalakiya hevala Sema ne qut e'
09:12
Rûken Dêrik/JINHA
GIRKÊ LEGÊ- Bi boneya 18. salvegera bîranîna Sema Yuce, Fermandara YPJ'ê Têkoşîn Abay nirxandin kir û wiha got, "Şehadeta heval Sema xelekeke girîng a dîroka azadiya jinê ye."
Şoreşgera Kurd Sema Yuce a ku di girtîgeha Tirkiyeyê ya Çanakkale de ma, ji bo ku helwesta xwe bi rengekî zelal li dijî xeta xiyanetê raber bike, bi gotina "Çawa ku di asîmanan de du roj nabe, ji bo me jî tenê rojek heye" re di sala 1998'an de bedena xwe da ber agir. Sema Yuce di 8'ê Adarê de bedena xwe da ber agir û di 17'ê Hezîranê de jî jiyana xwe ji dest da. Her sal jinên Kurd lehenga têkoşîna xwe Sema Yuce bi bîr tînin. Fermandara YPJ'ê Têkoşîn Abay bi boneya salvegera Sema Yuce wiha got, "Şehadeta hevala Sema xelekeke girîng a dîroka azadiya jinê ye."
'Sema xwedî cesaretek mezin bû'
Têkoşînê bal kişand ser lehengiya Sema Yuce û wiha got, "Heval Sema ji Agirîya Bakurê Kurdistanê ye. Me heval Sema bi nameyên ku li pay xwe hiştine naskir. Bi qasî ku me li ser kesayeta Sema xwendiye û lêkolîn kiriye lehengek mîna Leyla Qasim e. Ruhê Leyla Qasim ruhê jineke şoreşger bû. Di şoreşa Başûr de roleke xwe ya giring hebû. Heman ruh di zaroktiya hevala Sema de jî tê dîtin. Hevala Sema jî digot: 'Navê Leyla Qasim bû sedema vekirina rêyeke nû ji bo min û gavek ji bo min diyar kir.' Piştî derketina Tevgera PKK'ê hevala Sema tevlî nava refên PKK'ê dibe. Seknek wê ya şoreşgerî hebû. Tiştê ku birastî jî bala min kişandiye, çalakiya wê di aliyê fikrî de pir mezin e. Gelek heval dibêjin li qadê Rêbertî, tu kesî zûbizû cesaret nake gotûbêjan ligel rêbertî bike, lê hevala Sema bi cesaret û bi sekneke ji xwe bawer nêrînên xwe tanî ser ziman. Di rêbazê jiyana xwe de jî bi cesaretekî xurt jiyan kir."
'Çalakiya Sema di dîroka Tevgera Azadiya Jinê de girînge'
Têkoşînê qala girîngiya çalakiya Sema Yuce kir û wiha domand, "Ji bo azadiya rizgariya jinê gotineke heval Sema ya balkêş heye dibêje "Ez dixwazin mejî, dil û bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bikim pireyekî ji agir" Bi vê gotinê re hevala Sema dixwaze bêje ku 8'ê Adarê wekî Cejina Jina Kedkar tê pîrozkirin, Newroz jî hemû netewan kom dike û derdorê dixemilîne, ango yekkirina jin û civakê armanca wê bû. Bi çalakiya hevala Sema re gelek tişt hatin guhertin. Tişta herî balkêş dema hevala Sema agir berdide bedena xwe, dijmin mudaxele dike û zû şehîd nakeve, demeke dirêj di nexweşxanê de dimîne. Wê demê dayîka wê jê pirs dike: 'Keça min canê te dêşe', heval Sema dibêje, 'Dayê ne canê min dêşe, dilê min dêşe, ji ber ku ez tam negihîştim armanca ku min dixwest bighêmê'. Ji ber ku negihişt asta şehadetê û çalakiya xwe tam bi cih nanî ji ber wê dêşiya, tevî ku hemû canê wê şewitî bû, hîna jî bi wê derûniyê jiyan dikir. Çalakiya hevala Sema jî cihekî giring di dîroka Tevgera Azadiya Jinê de girtiye. Şehadet û çalakiya her hevalek jin jî ji bo şoreş û azadiya rizgariya jinê gavekî bi nirx û girîng e."
'YPJ encama têkoşîna jinên qehreman e'
Têkoşînê qala rola şervanên jin ên azadiyê di avakirina YPJ'ê de kir û wiha got, "YPJ'ê ji xwe wisa nehatiye, ji tevgerên şoreşger, ji encama têkoşîna jinên qehreman mîna Leyla Qasim, Zerîfe, Bêrîtan û Semayan hatiye avakirin û gihiştiye vê astê. Ev hêz jî bingehê xwe ji têkoşîna wan digire. Em jî bi ruhê berxwedanê gavên ber bi azadiyê ve davêjin, em bi vî ruhî êdî dikarin li hemberî dijmin parastina xwe bikin, her wiha pirsgirêkên civakî û malbatî çareser bikin û bi hev re têkoşînê bidin meşandin. Heval Sema jî bingehê cesareta Tevgera Jinê danî. Dîroka Jinê wê dîroka azadiyê binvîsîne, heya niha jin mîna kole, bindest û wekî amûrekî di nava civakê de hatiye bikaranîn. Lê ji niha û şûnde wekî ku dibêjin çemekî ku diherike û tu nikarî pêşiya wî bigire, hevalên ku şehîd ketine bû sedem ku jin xwe nas bike û di hemû kar û xebatan de cih bigire, êdî li ber vê rêyê çiqas kelem û astengî hebin em têkoşînê bidomîn in. Ew cesareta ku îro YPJ'ê dide raberkirin bêguman ji çalakî û sekna heval Sema ne qut e. Li ser vî bingehî em heval Sema bi bîr tînin û li hember şehadeta heval Sema bejna xwe ditewînin, her dem em ê wê bi bîr bînin û têkoşîna wê heya dawiyê bidomînin. Çalakiya ku xizmeta mirovatiyê kiriye û esas girtiye, ji wan destpêkiriye em ê jî heya azadiya vî gelî bidomînin.
(hs/rc)