Hasbiyeyê Nevîn vegot:Nevîn ji nameyên jinan hêzê digire
09:36
JINHA
STENBOL- Hasbiye Gunatçi ku li girtîgehê Nevîn Yildirim ya li dijî êrîş û şîdeta zayendî parastina cewherî bikaranî, ziyaret kir got: “Nevîn ji nameyên ku jin jê re dinîvîsin hêzê digire. Piştgiriya ku jin ji derve didinê wê kêfxweş dike.”
Nevîn Yildirim navçeya Yalvaç a Ispartayê li hember mêrê ku şîdeta zayendî lê dikir parastina cewherî pêk anî û neçar ma bikuje. Femînîst Hasbiye Gunatçi çû girtîgehê û Nevîn Yildizim ziyaret kir. Hasbiyeyê berfirehiya hevdîtinê ji JINHA’yê re vegot. Hasbiyeyê diyar kir ku berê jî Nevîn li salona dadgehê di nav cendermeyan de dîtiye û dema bi wê re hatiye cem hev kelecanî bûye. Hasbiyeyê wiha got: “Berê me ji hev û din re name dişand. Di serê meha gulanê de çûm hevdîtina vekirî.” Hasbiyeyê têkildarî wêneyê roja hevdîtinê hatiye kişandin û di çapemeniya civakî de hatiye parvekirin de axivî.
‘Weke li mala xwe be’
Hasbiyeyê got wê Nevîn li girtîgeha Fethiyê ziyaret kiriye lê Nevîn bê daxwaz şandine wê girtîgehê û got: “Di lîsteya kesên biçe serdana wê navê min nivîsiye. Di nameya xwe de got min navê te nivîsiye. Ez çûm. Morelê wê hebû. Gelek xurt bû. Di destê wê de dendik hebûn. Dixwest bide min jî. Wekê ez çibûm mala wê mîvaniyê û wekê ku min baş nahewîne, xwe mehcup hîs dikir.”
‘Ji ber hun hene ez xwe xurt hîs dikim’
Hasbiyê bi lêv kir ku xeyalên Nevînê hene û têkildarî jiyanê de planan dike û got: “Pirtûka ku şîdeta mêr ya li jinan dike ya bi navê ‘bila bijanga we nekeve erdê’ dixwîne.
Hasbiyê wiha berdewam kir: “Zarokên xwe û keça xwe difikirî. Yek bi yek ji hevalan re silav şand. Got ji ber hun hene ez xwe baş hîs dikim. Min ji wê re pirtûka ‘bila bijangên we nekevin erê, jin xwedî li jiyana xwe derdikevin’ şand. Got wê pirtûk xwendiye.Dibêje ev pirtûk pirtûka me ye.
‘Ti mêr bûya wê ceza daxistana’
Nevînê, di rojên borî de Semra O ya 60 salî ku li dijî mêrê şîdet li wê pêk anî û parastina cewherî kir û ew kuşt, kir, temaşe kiriye. Hasbiyê wiha got: “Nevînê got dema nûçe temaşe kiriye, gotiye xaltî ger ti mêrbûna wê cezayê te daxistina. Nevînê bertek nîşanê rapora ji aliyê Komîsyona Destberdanê hatiye amadekirin da. Ji bo zarok bi tecawizkarên wan re tên zewicandin, gelek hêrs dibû. Bi hişmend li jiyanê dinêre.
Ji Çîlem û Yasemînê re silav bikin
Hasbiyê got saetên hevdîtinê zû derbas bûne ûgot: “Nevînê got ew nivîsandina nameyan hêzê digire û got ji ber piştgiriya jinan ji derve ji bom in heye ez gelek kêfxweşim. Her wiha got ji Çîlem Dogan û Yasemîn Çakal re jî silavan bêje.”
(hu)