Banga lezgîn ji bo piştevaniya jinên Şirnexê

10:55

JINHA

ŞIRNEX - Hevşaredara Dêrgûlê Ozlem Kutlu diyar kir ku ji ber êrîşê qirkirinê 3 hezar malbat neçarî koçberiyê bûne û di konan de dijîn û got ku bi taybet pêdiviyê jinan ên xweser hene divê bi lezgînî piştgirî bê dayîn.

Ji ber êrîşên qirkirinê yê hêzên dewletê li ser Şirnexê 3 hezar malbat neçarî koçberiyê bûne û di konan de têkoşîna jiyanê didin. Gelek car pêdiviyên ku di encama kampanya piştevaniyê de ji bo welatiyên Şirnexê hatine berhevkirin ji aliyê dewletê ve hatî deste serkirin. Jinên ku di konan de têkoşîna jiyanê dide bendê piştevaniyên jinan in. Hevşaredara Dêrgûlê Ozlem Kutlu diyar kir ku ji bo pêdiviyê jinan ên xweser bên pêşwazî kirin gelek car bangawezî kirine û got ku 3 hezar malbat di nava konande dijîn û li benda piştevaniyê ne. Ozlemê anî ziman ku hêjmarê herî zêde jinin û got di her warê jiyanê de pirsgirêk dijîn.

'Têkîldarê pêdiviyê jinan yê xweser me hîna bersiv negirtiye'

Ozlemê bilêv kir ku li Şirnexê jinên ku barê jiyanê hildane ser milê xwe, zarokên wan li pişt xendekan berxwedane û wiha pêde çû, "Hin jin hene sê zarokên wan tevlî berxwedana li pişt xendekan bûne. Ligel her şert û mercên zehmet cardin jin ser piyan disekinin. Banga me ji bo bajêr û navçeyên dinin. Ev nêzî heyeveke jin tu alîkarî nagirin. Têkîldarê pêdiviyê jinan yê xweser me hîna bersiv negirtiye. Divê hewldanek ku pêdiviyên jinan bê pêşwazî bike pêk were."

Banga piştevaniya lezgîn

Ozlemê banga piştevaniyê nû kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Tevger, komele û rêxistinên jinan eger dixwazin piştgirî bidin jinên Şirnexê divê bikevin nava tevgerê. Dikarin li ser Komaleya Piştevaniya Rojava xwe bighînin me. Em di nava tangasiyek mezin de dijîn, divê jinên li Ewropayê jî bikevin nava liv û tevgerê."

(rc)