Destûr nayê dayîn ku malbata Şehrîban cenaze werbigre
11:34
JINHA
ŞIRNEX - Malbata Şehrîbanê dema ji bo cenazeyê Şehrîban Altunişik wergire çû Şirnexê di ketina bajêr de bi hinceta ku ji walîtiyê destûr negirtine ji aliyê tîmên taybet ve hate astengkirin.
Cenazeyê endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Şehrîban Altunişik a ku li Şirnexê di êrîşên tevkujiyê de hate qetilkirin, duh hatibû teşhîskirin. Malbata Şehrîbanê ji bo cenazeyê bigire xwest biçe Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê lê di ketina bajêr de ji aliyê tîmên taybet ve hate astengkirin.
Tîmên taybet bi hinceta ku malbata Şehrîbanê ji Walîtiya Şirnexê destûr negirtiye malbatê asteng kir. Sekna malbatê ya di ketina bajêr de didome.
(rc)