Jinên şahîdê 90'an: Gelê Kurd wê xelas nebin
14:21
Gulfîdan Ataman/JINHA
WAN - Jinên ji bajarên Kurdistanê ên cuda koçî Wanê kirine, diyar kirin ku bi destê dewletê bi hezaran mirov di şer de jiyana xwe ji dest dan, koçber bûn û bi hezaran mirov ji aliyê kujerê wan nediyar hatin qatilkirin. Jinan anîn ziman ku di salên 90'an de îşkence û qatlîam bi aweyek veşartî pêk dihat lê di roja îro de bi aweyek vekirî tê meşandin û wiha gotin, "Gelê Kurd wê xelas nabin."
Ji ber polîtîka û darbeyê leşkerî ên di 12'ê Îlona 1980'an de pêk hatî, gelek bûyerên kujerê wê ne diyar, komkujî û koçberiya bi darê zorê pêk hat. Bi taybet di salên 90'an de li bajarên Kurdistanê bi aweyek vekirî ev polîtîka hat meşandin. Zekiye Kaya ya ku şahîdiya salên 80 û 90'an kiriye, da zanîn ku ji salên borî heya niha ew her rastî pêk anînên zilm û komkujiyê tên.
Sê jinên şahîdên salê 90'an
Zekiye diyar kir ku dewletê 35 sale ji bo gelê Kurd gav ne avêtiye û got ku ew bûye şahîdê bûyerên salên 90'î ên li zozanên Feraşîna ya giredayî navçeya Bêşebaba Şirnexê û wiha pêde çû, "Dewletê jin û mêran îşkece dikir. Li gundê me 7 mêr hebûn ji ber îşkenceya leşkeran du mêr hatin qatilkirin. Wan deman di cih de qetilkirin nebû lê bi îşkenceyê mirovan qatildikirin. Kesên ku ji ber îşkenceyê giran rizgar dibûn jî astengdar dibûn. Zekiye da zanîn ku qatlîamên ku di salên 90'an de li Kurdistanê pêk dihatin, roja îro jî berdewam dike û wiha dom kir: "Qatlîam û îşkence li hember Kurdan berdewam dike. Li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Geverê bi destê dewletê bi hezar ciwan hatin qatilkirin û winda kirin. Dewlet destûr neda ku li morga dayik cenazeyên zarokên xwe teşîs bikin."
'Niha qatlîam bi aweyek vekirî tên kirin'
Aliye Balik yek ji jinên ku ji ber zilma dewletê koçî Feraşînê kiriye. Aliye bilêv kir ku di salên 90'an de dewlet bêy ku zarok û extiyaran bigre berçavan îşkence li her kesî dikirin û davêtin bîran. Aliye anî ziman ku ên ji bîra mirinê rizgar dibûn, di girtîgehan de rastî îşkencên girantir dihatin û jinên ducanî li erdê dihatin kaşkirin. Aliye wiha dirêjî da gotina xwe, "Komkujiyên ku dewletê pêk aniye hîna weke îro di bîra min de ye. Tê bîra min du zarok û jinek bi saxî binax kiribûn. 7 roj herdu zarok û jin di bin axêde zindî mabûn. Dûvre leşkeran jin avêtin nava xanî û zarokên wan birin. Leşker tevahî jinên gund li cihe ku wek destşo dihat bikar anîn kom dikirin. Îro jî tu tişt nehatiye guhertin. Salên 90'an qatlîam veşartî dihatin kirin îro cudahiya qatlîma bi şêwazek vekirî tên kirin. Bila dewlet zanibe me îşkence ji bîrnekir û li hember qatlîam û îşkenceyê wan em bi hêztir bûne. Ew tu car nikarin gelê Kurd xilas bikin."
'Dewletê li zozanan jî mafê jiyanê nedida'
Leyla Duman jî da zanîn ku ew salên 80'an de biryara jiyana zozanan dan û li zozanan jî rastî tundiya dewletê hatine. Leyla anî ziman ku tevahî sewalên wan jî ji aliyê dewletê ve dihatin kuştin û wiha pêde çû, "Wê demê hinek jin dinav me de ducanî hebûn li sere wan çiyayan zayîndikirin û bi rojan tî birçî diman û gelek zarok bi vî aweyî mirin. Jin û mêrên ku diketin destê dewletê bi îşkence dihatin qatilkirin û winda kirin. Leşkeran salên 1982 û 1988'an de di salek de herî kêm 3-4 gund di şewitandin û hemû mêr li qada gund komdikirin û li ber çavên tevahî kesan îşkence dikirin. Ên ku serê xwe hildabana dihat qatilkirin. Dema îro em mêze dikin ti cudabûn çênebûye û zilma Erdogan berdwam dike."
(dt/rc)