Li Şirnexê polîsan bi ser konan de girtin
14:47
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên şer ên hikumeta AKP'ê ku li Şirnexê bi hezaran mal talan kirin û rûxandin, bi ser konên gel ên derdora Sîteya Sanayiyê de girtin û alavên welatiyan belav kirin.
Li Şirnexê hêzên dewletê li aliyekî bajêr dorpêç kirine û malên welatiyan dirûxînin, li aliyê din jî destûr nadin ku gel ji bo serê bixin di nav de konek jî deynin. Duh êvarê jî polîs û leşker di bin navê "lêgerînê" de bi ser konên welatiyan ên derdora Sanayî Sitesî de girtin û alavên welatiyan belav kirin.
Di serdegirtinan de tu kes nehat binçavkirin û leşker û polîsên ku gefan li malbatan xwarin, ji herêmê veqetiyan.
Her wiha hêzên dewletê destûr nadin ku xebatên hevgirtin û alîkariyê werin kirin. Xebatkarên Şaredariya Şirnexê û komên tenduristiyê yên dildar ên xwestin li konan alîkariya gel bikin, ji aliyê leşker û polîsan ve hatin astengkirin.
(rc)