Malbata Nurcanê beriya dozê banga edeletê kir
14:47
JINHA
STENBOL- Malbata Nursan Arslan ya ji aliyê Abdullah Merîç Bariş ve hat qetilkirin, beriya runiştinê daxuyaniyek da û ne tenê ji bo Nurcanê ji bo hemû jinan banga edeletê kir.
Doza Nurcan Arslan k udi 30’ê Çîleyê 2016’an de li taxa Atakent a Kuçukçekmeceyê ji aliyê Abdullah Melîç Bariş ve hat qetillirinê dest pê kir. Beriya dozê malbata Nurcanê û rêxistinên jinan li ber Edliyeya Bakirkoyê hatin cem hev û daxuyaniyek dan. Pankara ‘Duh Ozgecan îro Nurcan sibê kîjan can’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘Kuştinên jinan polîtîkin’, ‘Em hezkirina dikujin naxwazin’ hatin berzkirin. Wêneyên Nurcanê û dovîzên ‘Jin jiyan azadî’ hat hildan. Piştre li ser navê malbatê xwişka Nurcanê, Gulcanê Arslanê daxuyanî xwend.
Gulcanê diyar kir ku dema Nurcan hat qetilkirin her kes destpêkê bi aliyê wê yê maganîzînê re eleqeder bû û got: “Nema bû kujer bê parastin. Wêneyê wî hat sansurkirin û ya herî girîn jî muxtariya wî nehat teşîrkirin.Em wek malbat li dijî pêkanînên pergala baviksalariyê têdikoşin. Dema dîroka runiştinê diyar bû me têkoşîn daxist kolanan û danişîn bi awayekî veşarî di 10’ê hezîranê de hat dîtin.
Gulcanê got li ser îtîraza wan biryar daniye dayîn ku runiştin dîsa bê dîtin û got wê şopdarê dozê bin.
Piştî daxuaniyê derbasî salona dadgehê bûn.
(hu)