Saziya Malbatên Şehîdan 5.Konferansa xwe lidar xist
16:17
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê konferansa xwe ya 5. bi dûruşmeya 'Bi Ruhê Berxwedana Şehîdan, Civaka Komunal Demokratîk ava bikin' Lidar xist.
Li navenda Çand û Hunera Demokratîk a bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê bi tevlîbûna 120 endamên Saziya Malbatên Şehîdan 5. Konferans hat lidarxistin. Salona konferansê bi alên SMŞ, posterên kesên di şoreşê de jiyana xwe feda kirine û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her wiya pankartên 'Bi Ruhê Berxwedaniya Şehîdan, Civaka Komînal û demokratîk ava bikin', 'Şehîd hêviya jiyanê ne' hate xemilandin. Di konferansê de nûnerên rêxistinên siyasî û saziyan, TEV-DEM, Kongreya Star û endamên rêxistinên sivîl jî amade bûn. Konferans bi deqeyekê rêzgirtinê despê kir.
Axaftina vekirina konferasê ji aliyê Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê Edalet Omer ve hate kirin. Edaletê got, "Em di serî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li pêşberî wan ditewînin. Bi nirx û kedê şehîdan wê gelê Kurd bigihêje azadiya xwe û jiyana demokratîk saz bikin."
Cîgirê Hevserokê Kantona Cizîrê, Şêxmûs Mûsa jî axivî û lidarxistina konfeansê pîroz kir. Şêxmûs pakrewanên YPJ-YPG û QSD'ê bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku bi hêza wan niha gelê Rojava be bi sîstema Federla Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê ve diçe. Hevserokê Desteya Mafên Miorvan a Kantona Cizîrê Xalid Îbrahîm jî wiha axivî, "Bi navê Rêvebiriya Xweseriya Demokrat em bejna xwe li pêşber şehîdan ditewînin û berxwedana şehîd Feysel Ebû Leyla silav dikin."
Cîgirê Desteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mihemed Hesen jî konferans pîroz kir. Di berdewamiya rûniştina konferansê de peyamên PYD û Kongreya Star jî hate xwendin. Paşê rapora xebatên saziyê hate xwendin. Li ser naveroka raporê nîqaşên berfireh çêbûn. Endamên Saziya Malbatên Şehîdan kêmanî û berpirsyariyên saziyê û malbatan anî ziman. Di tevahiya nîqaşan de mijara ku derkete pêş bikaribin bi ruheke xurtir xwedî li cangorî û pakrewanên xwe derkevin bû.
Konferans ber bi plansaziyê ve çû û wê bi pêşniyaran û hilbijartinê bidawî bibe.
(şa/hs/rc)