Li Efrînê jin federala demokratîk gotûbêj dikin

17:15

JINHA

EFRÎN- Li Efrînê bi pêşengiya endamên PYD'ê jinên ku cihê xwe di nava sazî û rêxistinan de digrin têkîldarê federaliya demokratîk gotûbêjên taybet pêk anîn.

Li navenda Kongreya Star a Kantona Efrînê, endamên PYD'ê bi nûnerên jin ên Meclîsa El Şehba, Rêxistina Sara, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser, her wiha sazî û rêxistinên sivîl ên jinan re hatin ba hev û têkîldarê federaliya demokratîk de gotûbêj pêk anîn. Gotûbêj bi xwendina belgeya danasîna pergala Federala Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê ve dest pêkir. Jinan li ser Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê û ferqa wê ji sîstemên federal ên di cîhanê de nîqaş hate kirin. Di nîqaşan de sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê wek projeya çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyê re hate pênasekirin.

Her wiha di nîqaşê de rola jinê jî hate vegotin û hate xwestin ku jinên Kurd û yên Sûriyê ji bo aştî û çareseriyê piştgiriya sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê bikin.

(fr/hs/rc)