KJA yê bertek nîşanî serdegirtina mala Fîgen Yuksekdag da
18:28
JINHA
AMED - KJA, bertek li hember serdegirtina mala Fîgen Yuksekdag nîşan da, diyar kir ku ev êrîş têkoşîna azadiya jinê dike hedef.
Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî serdegirtina mala Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: “Serdegirtina duh a li ser mala Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de, ne biryara TBMM (Meclîsa Tirk) e. Di serdegirtineke bêmaf de mala birêz Fîgen hatiye serûbinkirin. Em vê êrîşê, di kesayeta birêz Fîgen de, weke êrîşekî li hember Têkoşîna Azadiya Jinê dibînin. Em vê êrîşê mîna provayên êrîşên destlênedayînê digirin dest. Êrîşeke pêşîgirtina li siyaseta demokratîk dibînin. Em van rêgiran ji Dayika Taybet, Sêvê Demîr û Asya Yuksek dinasin. Em dixwazin dawî li hewldanên faşîzma diktatoriya Qesrê bên û destê xwe yên bi xwîn ji ser jinan bikişînin. Ev êrîş wê ji aliyê têkoşîna jinên Tirkiyeyî ve bên valaderxistin. birêz Fîgen ne bi tenê ye!”
KJA, daxwaz kirin ku der barê kesên ku bi ser malan de girtine û ferman dane de demildest lêpirsîn bên destpêkirin û wiha dom kir: “Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li nûnertiya polîtîk a têkoşîna azadiya jinê û nûnerên xwe derkevin û têkoşînê bilind bikin.”
(zt)