Li Kobanê 2. Komîna xweser hat avakirin

18:45

JINHA

KOBANÊ - Civîna 2. ya avakirina komîna xweser ji aliyê Kongira Star ve li gundê ser behur li milê rojihilatê Kantoan Kobanê hate li darxistin.

2. civîna avakirina komînan a xweser ji aliyê Kongira Stara ve li gundê ser behur li milê rojihilartê Kantona Kobanê hatiye li darxistin. Di damezirandina komînê de lijineya perwerde, aborî, parastin, tendurustî û silhê hate li darxistin. Ji bo rêvebirinê Seroka Komînê Rohilat Şêx Ehmde hate hilbijartin. Di heman demê de rêvebirên lijineyên hatin hilbijartin. Ji bo damezirandina komînê bi dehan jinên gundê ser behur amedebun. Di salona ku civîn hate li darxistin de alên Kongira Sitar, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi sernivîsîn "Di xeta Sara û Arînan de em têkoşîn bikin azadiya jinê misogre bikin" hatin vekirin.

'Komîn bingehên rêxistin kirina civakê ne'

Ji bo damezirandina komînê endama rêveberiya Kongira Star Dîlan Kobanê axaftina vekirinê kir. Dîlan di serî de li ser rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn sekinî û got: "Her damezirandina komînekê gaveke nû ji bo avakirina Kobanê ye, lingê sereke yê avakirina sîstemê komîne. Ger em çenda komînan pêşibixin, em ewçendi dikarin sîstema xwe pêşibixin. Wek kongira star ji bo em bikaribin xwe berfirehitir bikin pêwistiya me bi damezirandina komîna heye. Çawa jin di şer de bu pêşeng wê di damezirandina sîstemê de jî bibe pêşengi. Hêza jinan pire. Gelek komkujî di nava me de çêdibin, ji bo ku em pêşiya van komkujiyan bigirin çi pêwîstibike em bikin û em rêxistinên xwe xurtbikin."

'Jiyan li gundan tê avakirin'

Dîlan wiha domand: "Hamleya avakirina komînan me di kantoan Efrîn û Cizîrê de destipêkirin û me qedand niha jî em dixwazin di Kantona Kobanê jî komînên xweser li daribixin. Dibe ku hinekî derengi mabe lê hun hemu jî dizanin ji ber sedemên rewşa Kobanê me nedikarî em li vir komînan avabikin. Ama bi zivirîna gel re em hewil didin ku li hemu deverên kantona Kobanê komînan avabikin. Em dixwazin bingeha avakirina xwe ji komînan destipêbikin. Bingeha sîstemê em ji gundan destipêdike. Di sîstema me de jiyanek azad, wekihev û demokiratîk emê li ser axa Kobanê destipêbikin. Ji bo wê pêwîste ku her jinek beşdarî van komînan bibe. Ger jinek derveyî komînan bimîne wê bi hemû zextan re ru bi ru were û li ser wê hemû şêwayên destihiladariyê bên meşandin. Ji bo ku bi zordariyê re rubiru nemîne pêwîste xwe rêxistin bike û beşdarî nava komînan bibe. Ji bo her jinek di her milî de parstin pêwîste. Ji bo em bi komkujiyên din re rubiru nemînin pêwîstiya me bi parastinê heye û her jin bikaribe di her milî de xwe rêxistin bike."

(ze-hî/zt)