Konferansa SMŞ ya Dirbesiyê dawîbû
18:58
JINHA
DIRBÊSIYÊ - 5. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) ya bajarê Dirbesiyê bidawîbû.
Li Navenda Çand û Hunera Demokratîk a bajarê Dirbesiyê, bi tevlîbûna 120 endamên Saziya Malbatên Şehîdan 5. Konferansa bajar a SMŞ hate lidarxistin. Di destpêka konferansê de ji hêla Hevseroka TEV-DEM a Kantona Cizîrê Edalet Omer ve axaftina vekirinê hate kirin. Cîgirê Hevserokê Kantona Cizîrê, Şêxmûs Mûsa, Hevserokê Desteya Mafên Miorvan a Kantona Cizîrê Xalid Îbrahîm, Cîgirê Desteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mihemed Hesen jî axivîn. Di berdewamiya rûniştina konferansê de peyamên PYD û Kongreya Star jî hate xwendin. Paşê rapora xebatên salê ya saziyê hate xwendin û derbasî nîqaşanbûn. Bi berfirehî berpirsyarî û pêdiviyên saziyê hate ziman û hate xwestin ku malbatên kesên jiyana xwe di nav şoreşê de ji dest dane birêya pakrewanên xwe re girêdayî bin. Di dawiya konferansê de jî plansazî û hilbijartina meclîsa SMŞ ya bajar hate kirin. Di hilbijartinê de 21 kes wek meclîsa SMŞ ya bajar hatin hilbijartin.
Biryarên girîng ên di konferansê de hatin girtin wiha ne:
- Saziya Malbatên Şehîdan û malbatên şehîdan ji parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava, berpirsin
- Lêpirsîn derbarê kesên nirxên Şehîdan û Rêber Apo binpê dikin de bên kirin.
- Vekirina parkekê bi navê şehîdan ku têde posterên şehîdan were danîn.
- Komîteyek aborî ava bibe ku li ser projeyên aborî ji bo hevjîn, zarok û malbatên şehîdan bisekine.
- Vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo malbatên şehîdan.
- Pêşxistina komînên girêdayî SMŞ.
- Li gor dîroka şehadetê bîranîna tevahiya şehîdan.
- Tevahiya malbatên şehîdan bi awayeke dayîmî werin ziyaretkirin.
- Erêkirina pişgiriya doza ku di derbarê ENKS de hatiye vekirin. Ji ber êrîşê nirxên şehîd û gel kirine.
- Diyarkirina çarenûsa kesên di nav Tevgera Azadiyê de şehîdbûne, lêbelê ne hatine îlankirin.
(şa/jh/zt)