'Em Surê ji tukesî re nahêlin û naçin'

09:03

JINHA

AMED - Jinên Surê li hember polîtîqayên ku dewlet li Surê dide meşandin axivîn û bertek nîşanî daxwuyaniyên ku ji bo Surê tên kirin dan. Jina gotin ku ew Surê bernadin û naçin tu deverên din.

Berî niha 6 mihan li Surê 'qedexeya derketina kolanan' hat îlan kirin û hîn jî berdewam dike. Êrîşên hêzên dewletê bû sedema koçberiya bi hezaran welatiyan. Dewletê bi lezgîn biryara 'istimlaqkirinê' dan û niha jî bi 'plana çalakiyê' dixwazin Kurdan wek salên 90'an bi polîtîqayên îskan koçber bikin. Di dema Wezîrê Hawîra Bajaran Mehmet Ozhaseki hat Amedê ji bo Surê biryarek nû da û 'plana çalakiyê' daxuyand. Mehmet di daxuyaniya ku da de got ku eger welatiyên Surê bixwazin ew ê wan bişînin bajarên wek Stenbol ê. Piştî vê daxuyaniyê jinên Surê bertek nîşan dan. Jinan diyar kirin ku ew malên xwe nadin tukesî û naçin tu deverên din.

'Ez ji Surê pêde naçim cihek din'

Leyla Demir a ku li taxa Alî Paşa jiyan dikir li qedexeyê guhdar nekir û Sur neterikand. Leyla yê got ku dema qedexe heyî jî bi zarokên xwe re Sur berneda û wiha berdewam kir: "Dema li taxê 'qedexeya derketina kolanan' hebû jî ez û zarokên xwe ji taxê derneketin. Dewletê xwest van deran li ser navê 'istîlaqê' ji me bistîne. Niha jî dixwazin me bişînin bajarên Tirkiyê. Mirov li Surê nehiştin. Malên me hemuyan xira kirin. Di dema qedexeyê de bombe û gule bi ser mede de barandin. Lê dîsa me taxa xwe berneda û ez ji Surê pêde naçim cihek din. Ma hîn çi ji me dixwazin. Tiştê dilê xwe kirin, lê em dîsa taxa xwe bernadin. Ez ber deriyê mala xwe nadim bi cîhan ê."

'Ez kevirekî Surê nadim bi mîlyaonan'

Demusa Kara jî da zanîn ku hikumeta AKP'ê li Surê di dema qedexeyan de tax talan kirin û niha jî armanca dewletê ewe ku Surê bê mirov bikin û wiha dom kir: "Di dema qedexeyan de yek em yek jî xwedê zane ku me çi jiyan kir. Ev 20 sale ez li Surê jiyan dikim. Ez kevirekî Surê nadim bi mîlyonên ku dewlet bide me. Dewletê li Surê jiyan nehişt niha jî dixwazin Surê bê mirov bikin. Armanca wan ewe ku me ji Surê derxin û hinek din bînin cihê me, lê em ê destur nedin. Em ê van zaliman ji welatê xwe derxin, ew nikarin me ji welatê me derbixin. Gava em herin cihên din em nikarin zimanê xwe azad bi peyivin. Ez ji Surê pêda naxwazim herim cihek din. Eger dixwazin me bi zorê derxin, bila werin lê em ê destur nedin. Ez ne zarokên xwe ji Surê derdixim nejî dev ji mala xwe berdidim."

Li hemû taxan jinan anîn ziman ku ew dev ji Surê bernadin û ewê li berxwe bidin.

Mikrime Canli jî li ber deriyê mala xwe bi me re axivî û got ku ew ji Surê pêde naçin cihek din.

'Ez mala xwe nadim'

Mikrime Canli got: "Sur cihê ku ez lê bêhin digirim e" û ev tişt anî ziman: "Ez xwediyê virim ne ji derve hatim ez Amedî me. Ez 9 rojan ji Surê derketim min nikarîbû bêhin bistînim. Ez Surê nadim bi peran. Dixwazin me ji Surê derxin û nirxên me tune bikin. Li Surê kuşxana me û cîrana yeke. Li vir cîran cîran birçî nahêle. Li Enqere û Stenbolê xaniyê min heye, lê ez nikarim li wan bajaran jiyan bikim. Sur cihana min e, tenê ez dikarim li vir nefes bigirim."

'Serokomar jî were nikare min ji Surê derbixe'

Mikrime wiha dom kir: "Çavê dewletê di Surê de heye. Hêzên dewletê heya zêrên mirovan dizîn. Ez bi biryarim Serokomar jî were nikare min jî Surê derbixe. Eger dibêjin ew ê me bi zorê derxin, haydê bila werin. Sur hemû mala min e. Ez tucar dev ji Surê bernadim. Dema ez herim di bînayan de bijîm wek ku ez zîndî ketim gorê. Bi hezaran weke min hene. Av û axa min li ku be ez jî li wirim. Dixwazin me bixin nava TOKI yan, me bi tenê bihêlin û bi xwe ve gire bidin. Em van tiştan napejirînin."

(dt/zt)