Welîde Botî: Deng bidin Azadiya Rêber Apo

09:03

Gulan Botan/JINHA

QAMIŞLO-Endama Koordînasyona Kongreya Star Welîda Botî kampanya îmzeyan a ku bi dirûşmeyê 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' ji aliyê Buroya Peywendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star ve di 11ê heyvê de hatî dest pêkirin nirxand.

Di 11'ê heyvê de ji hêla Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star ve di bin navê 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmarliyê' kampanya berhevkirina îmzeyan hate dest pêkirin. Di derbarê vê kampanyayê de endama Kordînasyona Kongreya Star, Welîde Botî agahî da ajansa JINHA. Welîde têkîldarê pêngava berhevkirina îmzayan wiha axivî, "Me wek Kongreya Star, ji bo azadiya Rêber Apo hemle daye dest pêkirin. Rêber Apo 17 sale di bin esaretê de ye. Bêtirî salek û nîv e ku hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Ji wî tu agahî nayê girtin. Rêber Apo ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn projeyên çareserî pêş xistiye. Bi taybet ji bo pirsgirêka Kurd rêya çareseriyê daniye holê. Lê AKP'ê rêyên çareseriyê digire û tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dimeşîne. Em nizanin rewşa Rêber Apo çiye. Em ji bo bal bikişînin ser vê rewşê kampanya Îmzeyê me da dest pêkirin."

'Yên azadiya Rêber Apo dixwazin bila tevlî kampanya îmzeyê bibin'

Welîde destnîşan kir ku ew sedemê tecrîdê dizanin û wiha pêde çû, "Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn perspektîfên çareseriyê pêş dixîne û dewleta Tirkiyê hewl dide pêşiya vê bigire. CPT çû Îmraliyê, lê di derbarê vê serdana xwe jî tu agahî nehatiye dayîn. Lewma gumanên me çêdibin. Ji ber vê yekê me kampanya ji bo azadiya rêber Apo daye dest pêkirin. Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk a ser bi ya Kongreya Star ji vê hemleyê re pêşengtî dike. Me jî wek tevgera Jinê, li Rojava û Lûbnanê starta kampanya daye dest pêkirin. Dê kampanya li Ewrûpa jî belav bibe. Em ê bi rêxistin û saziyan re hevdîtin bikin. Yên ji bo Rêber Apo azadiyê dixwazin dê tevlî kampanya îmzeyê bibin. Em di serî de dixwazin dengê xwe bigihînin rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî. Her wiha divê CPT jî derbarê rewşa Rêber Apo agahî bide."

'Divê jin tevlî kampanya îmzayê bibin'

Welîde bang li jinên Kurd û cîhanê kir ku xwedî li kampanya îmzayê derkevin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em bangê tevahiya jinan dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye. Bi vê yekê divê jin ji bo azadiya xwe bi aweyek çalak tevlî kampanya bibe. Rêber Apo mamosteyê azadiyê ye. Ji bo azadiya jinê têkoşîn kiriye. Lewma hemû jin û gel dengê xwe bilind bikin û ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin."

(en/rc)