'Emê mal bi mal bigerin xebatên meclisan bikin'
09:05
JINHA
AMED - Ji ber girtina cihê şêwirmendiya gel Komeleyên Welatiyên Azad û Wekhev bertek zêde dibin. Hevseroka navçeya DBP'a Rezan Arzu Karaman got: "Bê xwestin emê mal bi mal bigerin."
Li Amedê di 27-28'ê gulanê derbarê 17 Komeleyên Welatiyên Azad û Wekhev de dadgehê biriyara tedbîrê da. Welatiyên di biniya Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev de, di taxan de xebatên meclisê birêve dibin, ser bingehê komunê gel rêxsitin dikin û bi hêza xwe ya cewherî pirsgirêkan çareserdikin de li 4'emîn Asliye ya Dadgeha Hiquqê doz vekirin. Bi îdiaya "hatiye rewşa faliyetên rêxistinê merkezîkirinê" doz vekirin. Komeleyên Welatiyên Azad û Wekhev ên taxên Îskenderpaşa û Lalebey de jî girtin. Her wiha li Taxa Şeyh Şamil a Rezanê meclisa taxê girtin. Hevseroka navçeya DBP'a Rezan Arzu Karaman diyar kir ku girtina meclisan ne qanûniye, vê ji bo qedandina têkiliyên gel dikin.
'Li gel meclis zagonîn ne jî digirin'
Arzu balkişand ser êrîşên di demê dawiyê de her diçe ser gelê kurd girandibe û wiha axivî: "Dewlet polîtîkayên tinekirina kurdan dide meşandin. Herî dawî meclisên me yên taxan girtin. Bi giştî 11 meclisên me yên taxan hene, ji wan 9 girtine. Meclis ji bo guhdayîna pirsgirêkan û çareseriyê hatine vekirin. Ji xwe meclis ne qedexene bi awayek zagonî hatine vekirin. Her tiştên ku gelê kurd dike, bi çavek îlegal lêdinêrin."
'Gel li hemberî girtina meclisan derketin'
Arzu bilêv kir ku di bernameyek a parlementerê AKP'ê yê Amedê Galip Enserioglu beşdar birî de diyar kiribû ku di rojeva wan de girtina meclisan heye û wiha berdewam kir: "Bi îdiayên cihê faliyetên rêxistiniye meclisên me yên taxan hedefgirtin. Rojek piştî daxuyaniya dayîn de polîsan bi ser meclisan de girtin. Di meclisên taxan de gel bi xwe pirsgirêkên xwe çareserdikirin. Bi welatiyên feqîr re şêwirmendî dihat kirin. Bi vî awayî me xwe digihand gel. Girtina meclisên taxan nayê wateya ku êdî ev falyet nayên meşandin. Bê xwestin emê li her taxekê konan danin û cardin xebatên xwe bidin meşandin. Ji xwe daxwaza gel jî eve. Gel li hember girtina meclsian derketin."
'Hîna gel ser piyane'
Arzu da zanîn ku di salên 1990'an de welatiyan di malên xwe de civîn digirtin û wiha dom kir: "Bêxwestin emê cardin heman rêbazê bikarbînin. Ger ew dixwazin rêbazên salên 90'an bimeşînin, emê jî bi heman giyan û baweriyê li ber xwe bidin. Emê komisyonan avabikin û mal bi mal bigerin. Çî pirsgirêkên komunê hene emê cardin çareserbikin. Emê ticaran li hember tindiyan serî netewînin. Tiştek nikare çavê gelê zarokên xwe, mal û axa xwe windakirî bitirsîne. Li gel hemû polîtîkayên helandinê jî hîna gel serpiyane. Ev ne doza partiyekê ye, rastiya gelekêye û ev gel dest ji doza xwe bernade."
(zt)