Jinên Reqayê hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê vegotin
10:10
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Jinên Reqayê ên ku koçî Kantona Efrînê kirine behsa hovîtiya DAÎŞ'ê ya li ser sivîl û taybet jinan kirin.
Jinên ku ji bajarên Reqa, Minbic, Ezaz û herêmên El Şehba berê xwe didin herêmên ewle hovîtiya DAIŞ'ê a li hember jin û zarokan vedibêjin. Xedîce Mihemed (17) diyar kir ku ew sê rojin ji Reqayê derketine û wiha got, "Em ji ber zilma DAIŞ'ê reviyan. Em bi alîkariya QSD'ê û YPJ'ê bi selametî gihiştin Kampa Rûbar. DAÎŞ bê navber komkujî li ser gel pêk tanîn, li pêşiya çavê her kesî sivîl dikuştin û serjê dikirin. Jin jî dixistin girtîgehan. Dema ez gihiştim Efrînê rewşa min a tenduristî hinekî xirab bû, ji ber wê min birin nexweşxanê û ez li wir derman kirim, li wir jî zaroka min hat dinyayê. Ez bang li YPJ'ê dikim ku jinên Reqayê ji zilma DAÎŞ'ê rizgar bikin. Hêviya me jî ew e ku YPJ'ê biserbikeve û civakê ji hovîtiya çeteyan rizgar bikine."
Semîra Salih jî wiha qala zilma DAIŞ'ê kir, "Me biryar da ku em ji zilma DAÎŞ ji Reqayê derkevin, DAÎŞ jiyana me kiribû mîna dojehê, zagonên dûrî exlaq û nirxên mirovahiyê li ser me ferz dikir. Kesê ku zagonên wan pêknetanîn rastî hovîtiya wan dihat. Jin jî rastî lêdan, destdirêjî û firotina di bazaran de dihat. Dema em nexweş jî diketin ne bijîşk û ne jî nexweşxane tunebûn, ji ber van sedeman û ji ber bêwijdanî û bê exlaqiya çeteyên DAÎŞ'ê em ji Reqayê derketin û bi meşê ber bi Efrînê hatin. Tenê hêviya QSD'ê û YPJ'ê maye. Em bang wan dikin ku gelê me ji zilma çeteyan rizgar bikin û tevahî herêmê ji wan paqij bikin. Her wiha em têkoşîna Artêşa Şoreşgeran û tevahî hêzên ku parastina herêmên dikin, jibîr nakin û lehengiya wan silav dikin."
Firyal Heyder jî bijîşka di Nexweşxaneya Qenber a Kantona Efrînê de derbarê rewşa Lemya de wiha got: "Em hewildidin alîkarî bidin tevahî jinan."
(hs/rc)