'Bi hêza jina azad wê dîwarên şermê bên hilweşandin'

10:27

Sorgu şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Endama Encûmena Edaleta Civakî ya Kantona Cizîrê Ebla Xelîl diyar kir ku dê bi berxwedanî û hêza jinê dîwarê şermê yê ku di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê tê lêkirin, hilweşînin.

Dewleta Tirkiyê bi armanca ku Rojava û Bakûrê Kurdistanê ji hev qut bike, li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê dîwarê şermê lê dike. Têkildarê mijarê Endama Encûmena Edaleta Civakî ya Kantona Cizîrê, Ebla Xelîl nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir ku bi dîwaran lêkirin ew ê neghêjin armancê xwe.

'Armanc perçekirin û bêhêzkirin e'

Ebla diyar kir ku bi hêza jina azad dê dîwarê şermê hilweşînin û şûna wê berhemeên berxwedaniya jinê biçînin û got, "Bi rêya lêkirina dîwarê şermê, dixwazin gelê Rojava û Bakûr ji hev qut bikin û têkilîyên di navbera wan de jî bi temamî tune bikin. Lê bila di xewna xwe de bibînin ku gelê kurd ji hev perçe bikin û wiha jî bêhêz bikin. Jinên Kurd dê tucar destûra vê yeke nedin. Cîhan ber bi demokrasî, azadî, wekhevî, sîstema federal a gelan ve diçe, lê hêzên dijberê demokrasiye naxwazin ku gelê Rojava û Bakûrê Kurdistanê destek bidin hev û alîkariya hev bikin. Li beramberî vê bila dewleta Tirkiyê xweş bizanibe ku gelê Kurd dê bi hêz, vîn û berxwedaniya xwe tekoşîneke mezin bimeşîne."

'Em li dijî parçekirinê ne'

Ebla anî ziman ku ew li dijî perçekirinê ne wiha axivî, "Em aşîtiyê dixwazin. Êdî gel polîtîkayên dabeşkirin û parçekirinê jî qebûl nake. Rejîma faşîst a Tirkiyê bi qetlîam û hilweşandinê bajarên Kurdan xirab kirin, destek didin çeteyan û êrîşê Rojava dikin, PDK û ENKS li beramberî Kurdan bi kar tînin. Ev dijminatiya gelê Kurd dê dawiya Tirkiyê bixwe bîne. Niha jî giranî dane lêkirina dîwarên di navbera Rojava-Bakûr. Ewê biser nekevin û hemû hewildanên wan vala derkevin. Ez baş dizanim dê bi hêz, vîn û berxwedaniya jinê dîwarên şermê, dîwarê parçekirinê hilweşin û wê jina azad hemû hewildanên dewleta tirk vala derxin."

(en/rc)