Kongreya Star ji bo Kampanya Îmzeyê bi partiyan re hevdîtin dike

10:28

JINHA

QAMIŞLO-Kongreya Star di çarçoveya Kampanya Îmzeya bi navê 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmraliyê' bi partiyan re hevdîtin kir.

Bi pêşengtiya Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star di 11'ê Mehê de di bin navê 'Pêngava Şikandina Tecrîda Îmarliyê' kampaya berhevkirina îmzeyan hate dest pêkirin. Di vê çarçoveyê de heyetek ji rêveberên Kongreya Star û endamên Buroya Pêwendiyên Kongreya Star bi partiyan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de girîngiya rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd û herêmê de hate ziman. Partiyan piştgiriya xwe ji kampanyayê re anîn ziman.

Heyeta ku Seroka Kongreya Star Evîn Swêd, endama Kordînasyona Kongreya Star Welîde Botî û endama Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star Mekiye Hiso jî di nav de, rêzehevdîtinên xwe bi serdana navendên partiyan dane dest pêkirin. Heyet di serî de serdana navenda Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanî a li Qamişlo kirin. Di vê hevdîtinê de ji hêla Endama Rêveber a Partiyê Lava Kamîran ve pêşwazî bûn. Heyetê sedema serdana xwe bi berfirehî anî ziman. Lava Kamîran jî diyar kir ku ew piştgiriya kampanyayê dikin.

Piştre heyeta navborî serdana navenda Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdên li Suriyê kirin û ji hêla Hevseroka partiye Evîn Mihemed hatin pêşwazî kirin. Evîn Mihemed diyar kir ku ew jî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxwaz dikin û li ser vê bingehê li ser navê tevahî jinên ku di partiyê de cih digrin îmze avêt kampanya îmzeyan.

Hevdîtinên heyeta Kongreya Star bi serdana navendên Hevgirtina Lîberal a Kurdistanê, Mekteba Jinên PYD'ê û Mekteba Rêxistinî ya PYD'ê dewam kir. Di van hevdîtinan de jî piştgiriya ji bo kampanyaya îmzeyê hate xwestin. Di hevdîtinan de li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li di tecrîda girankirî ya Îmraliyê de tê ragirtin hat gotûbêj kirin. Heyeta Kongreya Star têkîldarê kampanyaye gotin, "Ji bo dawîbûna tecîdê û pêk hatina azadiya Rêber Apo îmzeyên ku bên berhevkirin dê ji rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî re bên şandin." Kampanya îmzeyan ji aliyê jinan ve rastî eleqetek mezin tê.
Hevdîtinên Kongreya Star bi armanca piştgiriya ji bo kampanya komkirina îmzeyan dê bidome.

(lç/en/rc)