Derket holê ku li cihê Sultan Irmak Derya Karahanli definkirine

13:28

JINHA

AMED - Cenazeyê Sultan Irmak a ku di 'yekemin jêrzemîna hovîtiyê' de hatî qetilkirin li Farqînê sipartibûn axê. Lê paşê hat hînbûn ku ew cenaze ne yê Sultanê, ew cenaze ayîdê Derya Karahanli ya di heman komkujiya Cizîrê de jiyana xwe jidest dayi ye.

Di 79 rojên 'qedexeya derketina kolanan' li Cizîrê berdewam dikir de, di 'yekemîn jêrzemîna hovîtiyê' de sultan Irmak a birîndar di 30'ê çileyê de ji ber neçuna abulansan jiyana xwe jidestdabû. Cenazeyê Sultan a ku 8 rojan birîndar di jêrzemînê de li ber xwe dayî ji aliyê hezaran kesan ve ji Xabûrê rakirin Saziya Tiba Edliya Şirnex, Mêrdîn, Riha û Dîlokê. Di nava cenazeyên li gel Sultan rakirin nexweşxanan de cenazeyên Berjin Demirkaya, Derya Koç, Tuba Eminoglu, Sakine Şiray, Guler Eroglu, Emel Daghan, Nursel Dalmiş, Fatma Demir, Mevlude Ozalp, bi giştî 66 kesan bi hev re hatin teşhiskirin.

Cenazeyê Sultan di 11'ê Sibatê de ji Rihayê hat girtin û li gundê Cano yê navçeya Farqîna Amedê hat oxirkirin. Lê li gorî agahiyên MEYA-DER girtî di encama testên DNA yê de cenazeyê hatî definkirin ne yê Sultan cenazeyê Derya Karahanli ya li gel wê di hema komkujiya Cizîrê de hatî qetilkirine. Malbata Derya ji bo girtina cenaze çun Gundê Cano û dê cenaze bînin li Goristana Yenikoya Amedê bispêrin axê. Malbata Sultan jî ji bo ji nû ve testên DNA yê dê serlêdanê bikin.

(zt)