Di encama îhmalkirinê de li girtîgehê jinekê 'întihar' kir!
15:09
Ruken Tuncel/JINHA
STENBOL - Sennur Guven a ku ji ber ser îfade hatibû dayin piştî 13 salan hat girtin di girtîgehê de 'întihar' kir. Parêzerê Sennur Efkan Bolaç diyar kir ku mudurê girtîgehan heya AYM yê hemû berpirsyar sucdarin.
Di operasona sala 2001'an ser hevgirtina xwendekaran a bi navê 'Komiteya Têkoşîna ji bo Liseya Demokratîk' a Stenbolê hatî kirin de kesekê îfadeya "Ew berpirsa me ya Şişliyêye" dabû, ser wê îfadê Sennur Guven hatibû girtin di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de întihar kir. Sennur piştî 13 salan ser îfada Înanç Yamaç hat girtin û rastî 6 sal û sê meh cezayê girtîgehê hat. Li gel gelek nexweşiyên Sennur hebûn û îtiraza parêzerê wê jî ew nehat berdan.
Parêzerê Sennur a ku 19 mehin girtiye diyar kir ku ew ê weke "întihar" îfadê nede û got: "Nexweşiya çolyak bi Sennur re hebû, ji bo wê jî bijîşk pêwîstî bi tedawiya tayîbet dîtibû. Her wiha dibe ku nexweşiya çolyak vegeriyaba penceşêrê. Wekedinê nexweşiyên diyabet û bipolar hebû. Xirabûna Bipolarê dikare bibe sedema kes xwe întiharbike. Ev 19 mehe em serî li AYM'ê didin. Me xwest 'tedbîra lezgîn' bigirin. Me ev ji rêveberiya girtîgehê re got, lê bi hincetên nebûna qowişên nexweşan redkir. ATK jî bi awayê dikare li girtîgehê bimîne rapor da. Herî dawî hefteya derbasbûyî xwişka wê çu hevdîtinê, diyar kir ku xwişka wê întiharê difikire. Ev rewş ji îdara girtîgehê re gotin bersiva wan jî 'me hevala li gel wê peyîwirdarkiriye dê baldarbe.' Di encamê de Sennur mirî hat dîtin. Dê sedema mirina wê 'întihar' bêjin, lê ne întihare. Sedemên ku wê ber bi întiharê ve birî hene. Berpirsên vê mirinê liholêne. Şiyariyên me li ber çavan negirtin. Emê di derbarê hemû berpirsên van îhmalan de pêvajoya zagonî bidin despêkirin."
(zt)