'Ji te re oxir be jina bedew a welatê xeyalan'

16:18

JINHA

AMED - Derya Karahan a di berxwedana rêveberiyên xwecihî de li Cizîrê jiyana xwe ji dest da ser wesyeta xwe li Amedê ber bi bêdawiyê ve şandin.

Cenazê Sultan Irmak a ku di 'jêrzemînên hovitiyê' yên êrîşên qirkirina nijadiya 79 rojan li Cizîrê berdewam kirî de jiyana xwe ji dest da di meha sibatê de hatibû girtin û li gundê Cano yê Farqîna Amedê sipartibûn axê. Lê piştî 5 mehan ser testên DNA yê cenazeyê hatî teşhiskirin ne yê Sultan ê Derya Karahan a li gel wê di komkujiya Cizîrê de jiyana xwe jidest dayiye. Malbata Derya gor vekirin û li ser wesiyeta wê cenaze anîn Goristana Yenikoya Amedê sipartin axê. Li Tiraloyê cenaze ji aliyê konvoya wesayitan ve hat pêşewazîkirin û birin Gotistana Yenikoyê. Di merasîmê de Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel û Hevseroka DBP'a Amedê Hafize Îpek jî amadebûn. Cenazeyê Derya bi tilîliyan û diruşmên weke "Şehid namirin", "Jin jiyan azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" hat oxirkirin. Bi hezaran welatiyên beşdarî merasîma cenazebûn kesên di berxwedana rêveberiyên cewherî de jiyana xwe ji dest dane bibîranîn.

'Emê li berxwedana wan xwedî derkevin'

Hevseroka MEYA-DER'a Amedê Ayşe Dicle ji bo hemû gelê kurd sersaxî xwest û got: "Ji ber wê vê zilmê nepejirand di vê rêyê de têkoşîn da. Weke wê bi hezaran hevalên me di vê rêyê de têkoşîn kirin û şehîd ketin. Axîn ji bo azadiya jinan têkoşîn da. Gotina Ocalan a 'Azadiya jinê nebe, gel azad nabe' di têkoşîna van şehîdan de hebû. Emê weke gelê kurd û jinên kurd vê têkoşînê mezin bikin. Rêya wan rêya me ye. Em sozê didin wan emê doza wan berdewam bikin."

Hevseroka Navenda DBP'a Amedê Hafize Îpek jî wiha axivî: "Ji ber wan ev zilim nepejirand şehîd ketin. Lê gelê kurd bi mirinê naqedin. Divê êdî Tirkiye dest ji komkujiya kurdan berde."

'Wê peyîwira xwe anî cîh û çu'

Bavê Derya Mustafa Karahan jî got: "Keça min got; 'Ez êdî vê zilmê û van mirinan nikarim bikêşim' û derket çiyê. Ji bo bilindkirina têkoşîna gelê kurd di wê rêyê de hat qetilkirin. Bila her kes bizane wê peyîwira xwe ya azadiyê anî cîh û çu."

'Ew şehîda min a duyane'

Gulizar Karahan jî piştî li ser mezarê keça xwe lorand û got: "Keça min şehîda min a duyemîne. Ew bû layêqê hemû gelê kurd, giha armanca xwe û çu. Emê têkoşîna keça xwe berdewam bikin. Ew şehîda hemû Kurdistanê ye. Ez amademe hemû zarokên xwe bidim vê têkoşînê."

Piştî ku Gulizar ji ser gora keça xwe birêket got: "Bixêr bimîne keça min, bixêr bimîne jina bedew a welatê xeyalan."

Dê malbat li Telmura konê sersaxiyê dane.

(zt)