Li Til Temirê jin pêşengiya perwerdehiyên komînan dikin
09:01
Ronîda Hacî /JINHA
TIL TEMIR- Rêvebera Komîna Şehîd Arjîn a bajarê Til Temir Dilşa Yûnis qala girîngiya perwerdehiyên ku di binesaziya komînan de tê dayîn kir û wiha got, "Di xebatên perwerdekirina komînan de waneyên çand û exlaq, girîngiya perwerdê, dîroka jinê, şaristaniya demoqratîk, jineolojî û şerê taybet tên dayîn. Armanc ji van perwedeyan ew e ku mirov rastiya dîroka ku hatiye veşartin û windakirin careke din derxin holê û zindî bike."
Modela xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê bûye çavkaniya cîhanê, xebatên înşayê dewam dike. Ji bo ku civakeke azad li ser hêmanek rast were avakirin, divê perwerde esas werin girtin. Rêvebera Komîna Şehîd Arjîn a bajarê Til Temir Dilşa Yûnis têkîldarê perwerdehiyên ku di binesaziya komînan de tên dayîn nirxandin kir. Dilşayê diyar kir ku perwerde ji bo her mirovek bi qasî nan û avê pêwîste û wiha domkir, "Ji ber ku civaka bê perwerde civakekî bi aloze. Di nava civakê de komîn jî esas e, eger kesê di nava komînê de xwe perwerde neke, dê hemû civak êşa nezanîna wan bikêşe. Ji bo vê yekê divê mirov asta zanebûna xwe hîn zêdetir bilind bike. Ev yek jî bi rêya perwedeyan tê biserxistin."
'Bi perwerdeyan re wê civakek demokratîk û exlaqî sazbibe'
Dilşa balkişand ser rola jinan di nava perwede û pêşxistina zanistê de û wiha domkir, "Jin di şoreşê de cihekî xwe yê serkêş di hemû qadan de girtiye. Lê ji bo ku ev cihgirtin û rola jinan di rêya rast de were aktîvkirin divê perwerde esas werin girtin. Wê demê dê civakeke demokratîk û exlaqî were avakirin. Li ser vî bingehî dê pêşerojeke serkeftî jî were bidestxistin û kesayetên zanist û nifşeke azad çêbibe. Di warê perwerdeyê û xwesteka pêşxistinê de her dem jin li pêş e, bi rêya van perwredeyan jî hişmendiya baviksalarî hêdî hêdî têk diçe, rêya azadî û wekheviya civakê li şûnê saz dibe."
'Jin pêşengiya perwerdehiya komînan dikin'
Dilşayê cureyên perwerdeyên ku di komînan de tên dayîn wiha rêzkir, "Di xebatên perwerdekirina komînan de waneyên çand û exlaq, girîngiya perwerdê, dîroka jinê, şaristaniya demoqratîk, jineolojî û şerê taybet tên dayîn. Armanc ji van perwedeyan ew e ku mirov rastiya dîroka ku hatiye veşartin û windakirin careke din derxin holê û zindî bike. Herî zêde jin tevlîbûna xwe ji van perwerdeyan re dide çêkirin û pê re eleqedar dibin."
Dilşayê bilêv kir ku eleqeyek mezin li hember perwerdehiyên komînan heye û got pêşenga wê jin dikin û wiha pêde çû, "Hêviya min ji her ferdekî civakê ku tevlî perwerdeyan bibin û cihê xwe di nava komînan de bigirin heye. Bingehê civakeke rast û serkeftî perwerdeya li ser esasê azadî û wekheviyê ye. Her zêdî divê jin pêşengtiya vê gavê bike û qonaxeke nû ava bike."
(hs/rc)