'Em bi hevra birînên Geverê derman bikin'

09:01

JINHA

WAN- Li Wanê Şaxa Komaleya Rojava pîştî qedexeya 79 rojan ya li Geverê hatî rakirin dest bi xebatên înşakirinê kirin. Xebatkarên dildar ên Komaleyê diyar kirin ku divê welatiyên Wanê li hember gelên ku ji ber êrîşan neçarî koçberiyê bûne bi hesasî tevbigerin û gotin, "Em bi hevre birînên gelên Geverê derman bikin."

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 79 roj êrîşên giran pêk hatin û hêj “qedexe” bi êvaran berdewam dike, welatiyên herêmê hewl didin piştî van êrîşên hovane, birînên xwe ji nûve bipêçin. Li Wanê Şaxa Komeleya Rojava tevlî xebatkarên xwe ên dildar dest bi pêçandina birînên gelên Geverê kirin. Hevserok û xebatkarên Komeleya Rojava yên dildar diyar kirin ku bi qasî derfetên xwe ew ê tevlî xebatê bibin û gotin, "Tiştê ku destê me de bê em ê bikin. Welatî bila deste xwe dirêjî malbatên Geverê bikin û bila bizanin li Geverê jî mirov hene û dijîn."

'Em bi hevra birînên Geverê derman bikin'

Xebatkara Komaleyê Piştevaniya Rojava ya dildar Behîce Abî diyar kir ku ew ji bo xebatên înşakirinê nava hewildanê dene û wiha got, "Welatiyên Geverê zor û zehmetiyan dikişînin. Welatî hewcekarê zadi dibin. Divê gelê Wanê bi aweyek aktîf tevlî xebatên piştevaniyê bibin. Em çûn Geverê û me rewşa dayikan, zarokan dît. Jiyanek zor û zehmet dijîn û li ser lingên xwe disekinin. Li Geverê şerek qirêj û bê ehlaq pêk hat. Welatî dîsa xwe hêz dikin û diçin li ser axa xwe. Her derî huquqa şer hêye lê mixabin dewleta tirk wî tiştî nizane. Di vê meha remezana şerîf de bila tevahî welatiyên xêrxwaz fitreyên xwe ji bo welatiyên Geverê bişînin û keyfxweşiya xwe bi gel wan parvebikin."

'Hêzên dewletê xebatên piştevaniyê asteng dike'

Hevserokê Komaleya Piştevaniya Rojavayê Alaaddîn Darhan jî têkîldarê xebatên xwe wiha agahî da, "Dema ku qedexeya li ser Geverê hat rakirin me jî dest bi xebatên xwe kirin. Em xebatên xwe ji bo Geverê berdewam dikin. Pakêtên zadan amade dikin û dişînin. Gelek welatiyên me dildarî alîkar me dibin. Hemû xebatên xwe bi gel hevalên xwe yên dildar pêk tînin. Me xebatên xwe yên konan û xwarina germ jî amade kir. Lê mixabin dewletê astengî derxist ji bo konê fitarê. Welatî jî fitareyên xwe di nav bostanên xwe de vedikin." Alaaddîn da zanîn ku gelek welatiyên Wanê konê xwe yê erdhêja 2012'an ji bo welatiyên Geverê şandine û got ew dixwazin xebatên piştevaniya gel bi hêz bikin."

'Bila bizanin Geverê jiyanek hêye û mirov dijîn'

Alaaddîn li ser derûniya zarok û dayika sekinî û wiha pêde çû, " Di nav şert û mercên şer de zarok û dayikan zor û zehmetî kişand. Derûniya gelek welatîyan jî xerab bûye. Ji bo wê jî hewceye ku bijîşk û derûnas biçin Geverê. Welatiyên wanê bila hesas bibin û dest bidin destê welatiyên Geverê. Bila bizanin ku Geverê jiyanek heye û wê derê mirov dijîn em jî bibin dermanên wan."

(hk-db/rc)